Meclisa Sivîl a Reqayê: Daxuyaniyên derveyî aliyên me yên siyasî, derew in

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Meşleb El-Derwîş û hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Elî El-Şenan daxuyaniyên dezgehên çapemeniyê yên têkildarî wan derewandin û teqez kir ku armanca van daxuyaniyan derxistina fitneyan di bajêr de ye

Meclisa Sivîl a Reqayê: Daxuyaniyên derveyî aliyên me yên siyasî, derew in
2 ÇILE, 2019   12:20

IMAR EL-XELEF / REQA

Hin malperên ser bi opozîsyona Sûriyê ve nûçeyek bi sernavê “Serokê Meclisa Reqayê: Esed bavê me ye û rêjîm nêzî me ye” belav kir. Her wiha malperê nûçeyek li ser zimanê hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Elî El-Şenan gotiye ku mamosteyên ku beşdarî şahî û civînan nebin dê ji fonê wan bê qutkirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Meşleb El-Derwîş li ser tiştê ku li ser malparê hatine belavkirin, wiha got: "Gotegot û reklamên li ser zimanê min hatine belavkirin, derew in. Em wek Meclisa Sivîl a Reqayê li gel me lêvegera siyasî û leşkerî heye û ew tekane kefîlê daxuyaniyên siyasî û leşkerî ne.”

Meşleb wiha dewam kir: "Çi daxuyaniyên derveyî aliyên me yên siyasî derdikevin, derew in û tu rastiya xwe nîn e. Em wek Meclisa Sivîl a Reqayê di karê xwe yê ji nûveavakirina bajarê Reqayê ji hemû aliyên wê yên jiyanî û xizmetguzariyê de dewam dikin.”

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Elî El-Şinan jî wiha axivî: "Gotegotên dezgehên çapemeniyê ji bo xizmeta aliyên derve, derew in. Ev daxuyanî piştî serkeftinên mezin ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li bajarê Reqayê pêk anîne, tên.”

Elî El-Şinan wiha dewam kir: "Em wek Komîteya Perwerdeyê xwendinê ji siyasetê qut dikin, me li bajarê Reqayê zêdetirî 317 dibistan vegerandin û 114 hezar şagirt vegeriyan xwendina xwe. Vê yekê jî hin kes aciz kirin.”

(jo)

ANHA