Çîrokek a xilasbûna ji hovîtiya DAIŞ’ê

Her koçberek Reqayê azarek ji çeteyên DAIŞ’ê kişandiye. Hinekan di dema reva ji DAIŞ’ê de ferdên malê winda kirine û hinek jî heta niha birînên ji teqînên çetan derman dikin. Malbata Inad El-Elyan yek ji van malbatan e ku rêwîtiyeke biêş û azaran kişandine ta xwe gihandine cihên rizgarkirî.

Çîrokek a xilasbûna ji hovîtiya DAIŞ’ê
Çîrokek a xilasbûna ji hovîtiya DAIŞ’ê
Çîrokek a xilasbûna ji hovîtiya DAIŞ’ê
Çîrokek a xilasbûna ji hovîtiya DAIŞ’ê
Çîrokek a xilasbûna ji hovîtiya DAIŞ’ê
2 ÇILE, 2019   08:18

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Malbata Inad El-Elyan ne tekane malbat e ku mayînên DAIŞ’ê zerer dayînê. Bi sedan ferdên malbatan bi mayînan an birîndar bûne, an jî jiyana xwe ji dest dane. Serpêhatiya malbata Inad El-Elyantrajîk tenê dilopeke ji êş û azarên hovîtiya DAIŞ’ê.

Inad El-Elyan ê 70 salî bavê 5 zarokan e. Malbat li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî di nava şert û mercên zehmet de dijî. Mala ku têde dijîn bê derî û pencere ye. Malbata Inad El-Elyan rêwîtiya xwe ya bi êş a xilasbûna ji DAIŞ’ê ji ajansa me re vegot. Çîroka wan di 9 mehan de, ji Reqayê destpêdike, heya gundê El- Cehbel ê rojhilatê Eyn Îsa dirêj dibe. El- Elyan çîroka rêwîtiya xwe wiha vegot: “Piştî çeteyên DAIŞ`ê hatin dorpêçkirin, mayin li tevahiya Reqayê çandin. Em bi şev ji mal derketin da ku xwe bigihînin herêmên QSD`ê. Dema em dimeşîn mayinek bi me ve teqiya. Min çend deqeyan nezanî çi bû û çi bi malbata wî hatiye. Piştî çend deqeyan endamên QSD`ê ber bi me ve bezîn, em veguhestin nuqteyeke teduristiyê. Lê birînên me giran bûn û em birin nexweşxaneya Girê Spî û piştre nexweşxaneyên Qamişlo."

Ji ber teqînê Inad El-Elyan bi hezadina tevahiya laş ketiye û niha nikare hevsengiya laşê xwe kontrol bike. Kurê wî Ebdullah di aliyê rastê ve bi perçeyên mayinê birîndar dibe û di çend aliyan de hestiyên wî dişikin. Kurê wî yê din bi navê Ebdulrehman di pişta xwe de birîndar dibe û bi felca nîvê laş dikeve.

Keça wî Nûra destê wê yê rastê felc dibe û endamên malbatê yên din bi sivikî birîndar dibin.

Niha dayik Fatme (50) xizmeta wan dike, pêwîstiyên wan ên rojane peyda dike û ji bo dermankirinê wan dibe gel bijîşkan.

Ji ber ku malbat nikare debara xwe ya rojane peyda bike, bi alîkariya xizmanên xwe debara rojane dikin.

Malbata El-Elyan li benda alîkariya rêxistinan e. Ji ber ku ji her demê bêtir bi hewcedariya alîkariyê ne li gel lêçûna zêde ya dermankirinê.

Hêjayî li bîr xistinê ye, QSD`ê piştî çend mehan. Bajar ji DAIŞ’ê rizgar kir.

(dh)

ANHA