Şêniyên Efrînê: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li  vir bin

Şêniyên Efrînê ku di nav kampên Şehbayê de dimînin teqez kirin ku ew ê li rexmê hemû astengiya li benda azadkirin Efrînê ne û gotin: “Heta azadkirina Efînê em ê li ber xwe bidin.”

2 ÇILE, 2019   07:47

CAFER CAFO-FÎDAN ABDULLAH/ŞEHBA

Ev 15 rojin li Şehbayê baranek zêde dibare. Mal û konên şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya Tirk neçar man ji malên xwe debikevin û li kantona Şehbayê bi cih bûne, ji ber barana zêde zirar dîtin.

Şêniyên Efrînê dîsa mal û konên xwe restore kirin. Şêniyan diyar kirin ku heta xaka wan ji dagirkeriya çeteyan rizgar nebe, dê li hemerî hemû astengiyan li ber xwe bidin û astengiyan derbas bikin.

‘Dê Efîn rizgar bibe û em ê vegerin malên xwe’

Dayîka Elîfe Hisên yek ji wan şêniyên  berxwedêr e. Elîfe bi axê bendan çêdike da ku ava baranê nekeve hindirê kon. Dayîka Elîfe got ku wan di Efrînê de 58 rojan li ber dagirkeriya Tirk a bi tang, top û balafiran li ber xwe dane. Elîfe destnîşan kir ku wan havînek germ derbas kir, ew ê zivistanê jî derbas bikin û wiha axivî: “Ji ber ku em dixwazin li nêzî bajarê xwe bimînin, dê piştî ku Efrîn rizgar bibe  û em ê vegerin malên xwe.”

Elîfe destnîşan kir ku Efrîn xaka bav û kalên wan e û wiha pêde çû: “Xewna Erdogan û çeteyan a mayîna di Efrînê de wê temam nebe. Ji ber ku gelê Efrînê dest jê bernade.”

Şêniyê bi navê Şikrî Heyder ê ku ji ber dagirkeriya Tirk ji mala xwe derket û li kampa Serdemê bicih bûyî jî got ku ji ber ku ew xwedî maf in dê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin.

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Bekir Hisên got, wan germahiya havînê û gelek nexweşî tehemûl kirin, her çendî zivistan zehmet be jî dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û vegerin Efrînê.

(şx)

ANHA