Li Filîpînan erd heziya, 85 kes mirin

Li Filîpînan ji ber hezîna erdê û rabûna şape yê 85 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li Filîpînan erd heziya, 85 kes mirin
2 ÇILE, 2019   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî barana xurt li navenda Filîpînan heylan çêbû. Li gorî daxuyaniya rayedarên Filîpînan , di encama hezîn û rabûna şape yê de 85 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di nava miriyan de zarok jî hene. Tê gotin piraniya kesên ku mirine, piştî hezîna erdê, xanî hilweşiyane û di bin xaniyan de mane. Heman demê de 20 kes jî winda ne.

Li Filîpînan her sal bi giştî 20 bagerên tropîkal radibin.