Civaka Bakurê Sûriyê li gorî rewşa awarte xwe amade dike

Hêzên Parastina Civakî ji bo ku civaka herêmê ji her rewşeke awarte re amade be, dewreyên bikaranîna çekan ji şêniyan re vedike.

Civaka Bakurê Sûriyê li gorî rewşa awarte xwe amade dike
Civaka Bakurê Sûriyê li gorî rewşa awarte xwe amade dike
Civaka Bakurê Sûriyê li gorî rewşa awarte xwe amade dike
Civaka Bakurê Sûriyê li gorî rewşa awarte xwe amade dike
Civaka Bakurê Sûriyê li gorî rewşa awarte xwe amade dike
2 ÇILE, 2019   07:33

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawî de, Hêzên Parastina Civakî (HPC) şêniyên Kobanê li ser awayên bikaranîna çekên sivik perwerde dike da ku li hember her êrîşeke dibe ku pêk were, amade bin.

HPC`ê li ser hemû astan civaka herêmê ji êrîşên muhtemel re amade dike. Di vê çarçoveyê de beriya çend rojan HPC’ê gelek jin û mêr di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas kirin û ev dewreyên perwerdeyê domdar in.

Tevî wê jî ji bo parastina ewlehiya hundirîn û xurtkirina aştiya herêmê HPC`ê dewre û noqteyên parastinê di nav bajêr û navçeyên girêdayê wê de çalak dike.Girêdayî mijarê jinên ku tev li dewreyên perwerdeyan bûne ji ajansa me re axivin û ji aliyê xwe ve jinan amadebûna xwe ji bo parastina herêmê teqez kirin.

Jina bi navê Leyla Umer destnîşan kir ku ew bi awayekî domdar tev li dewreyan dibin da ku şêniyên herêmê ji her êrîşeke terorîst biparêzin mîna komkujiya  Kobanê ya 25'ê Hezîranê ya beriya 3 salan ku di encamê de 250 şehîd bûn qurban.

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Xedîce Mihemed pêwîstiya ku her kes berpirsyariya parastina welat ji her êrîşekê re pêk bîne tekez kir û diyar kir ku divê hemû şêniyên herêmê tev li dewreyên leşkerî bibin da ku bikarin welatê xwe biparêzin.

Jina bi navê Hewa jî bi zimanekî diyarker wiha got: "Welatê me yê ku bi xwîna zarên me hatiye avdan, xetek sor e û em dest jê bernedin."

Dayika şehîdekî ku di şerê terorê de û ji bo parastina herêmê şehîd bûbû, bi navê Ber Ewad bang li tevahiya gelên herêmê kir ku çek rakin, dakevin qadan û welatê xwe biparêzin.

Şêniyên herêmê dibînin ku gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna wan tehdît dikin û ew bi xwe dozeke krîtîk e.

Ji ber ku herêm di pêvajoyek hesas re derbas dibe, Rêveberiya Xweser dibîne ku pêwîst e civak ji her rewşeke awarte re amade be û dibêje dibe ku li gorî geşedanên dawîn Îhtîmala şer dûr be, lê dîsa jî amadekarî pêwîst e û girîng e.

(şx)

ANHA