22 partiyên Sûdanê daxwaza guhartina hikumet û parlemanê kir

Li Sûdanê 22 partiyan ji serokê Sodanê Umer El-Beşîr  daxwaza guhartina hikumet û parlemanê kir.

22 partiyên Sûdanê daxwaza guhartina hikumet û parlemanê kir
1 ÇILE, 2019   15:39

NAVENDA NÛÇEYAN

22 partiyên Sodanê yên piraniya xwe ji hikumetê ne muzakere mohir kir  û ji serok Umer El-Beşîr re şand, tê de daxwaza reforma hikumet û parlemanê hatiye kirin.

Sky Newsê diyar kir ku,  xwesteka partiyan ew e ku, meclîsa demî bê avakirin û welat bi rê ve bibe. Her wiha hikumeta demî jî ji xwediyên pispor û nûnerên siyasî bê avakirin.

Xwesteka partiyên siyasî piştî ku serok El-Beşîr di vê dema dawîn de biryara avakirina komîteya lêpirsîna şideta ku di çalakiyan de bûye, hat

Ji 19’ê Kanûnê de li Sodanê ji bo bihaya nan û sotemeniyê  xwepêşandan hene. Her wiha ji çalakvana bi sedema xwelihevrakişandina bi polîsan re 19 kes mirin û bi sedan birîndar çêbûn.