Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin

Tevgera Çand û Hunerê bi şahiyekî navenda xwe li navçeya Fafînê bi navê "Şehîd Axîvn" vekir.

Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
Navenda Çand û Hunerê li Fafînê hate vekirin
1 ÇILE, 2019   15:28

ŞEHBA

Bi armanca parastina çand û hunera herêmê Tevgera Çand û Hunerê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi şahiyekî yekemîn navenda xwe li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê vekir.

Bi sedan şêniyên navçeyê di şahiya vekirina navendê de beşdarbûn. Navend bi dara sersalê, wêneyên zarokan û yên kesayetên navdar ku jiyana xwe xistine xizmetî huner û çandê hatibû xemilandin.

Di şahiyê de Koma Zerdeşt a stranan û Koma Berxwedan a Dîlanê  berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Şanoyê jî bi navê"mirovahî " pêşkêş kir. Şano beha kiryarên dewleta Tirk a dagirker dike.

Şahî bi dirûşmeya silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA