Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin

Sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji malbata Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fiteyîh ku ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin û di encama wê de şehîd bû, xwestin.

Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Merwan El-Fiteyîh sersaxî hate xwestin
1 ÇILE, 2019   14:51

QAMIŞLO

Îro bi beşdarbûna şêniyên kantona Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê, nûnerên ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, endamên MSD`ê û partiyên siyasî herikîn konê sersaxiyê ya Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fiteyîh xwestin ku ji aliyê kesên nenas ve li ser rêya di navbera Hesekê – Dêrazorê hate şehîd xistin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Merwan li taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo hatiye vedan, kon bi wêneyên şehîd Merwan El-Fiteyîh û şehîdên azadiyê û alên û sembolên Bakurê Sûriyê hate xemlandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û sersaxî ji malbata şehîd Merwan re xwest û wiha got:"Ev kesên ku bi karê wiha radibin, dijminê gelê Sûriyê ne, ev yek desteka terorê dike û ewlehiya herêmê xerab bike."

Xerîb Hiso destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê di merhelyên pir zehmet re derbas dibin û bi saya lehengiya şehîdan û berxwedana mezin a gelan serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Hiso got:"Em rastî gefên Tirkiyê tên, dibe ku hinekî zehmet bû lê ji bo ku em vê merheleyê derbas bikin divê em bi hev re van gefan vala derxînin û bi îradeya xwe parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatine dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Xerîb Hiso bang pêkhateyên Bakurê Sûriyê kir ku bi hev re li hemberî dewleta Tirkiyê bisekinin.

Endamê MSD`ê ya Dêrazorê Ibrahîm Cuma axivî û sersaxî ji malbata şehîd Merwan re xwest û wiha pê de çû:"Merwan El-Fiteyîh yek ji kesayetên ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê avakirin e, roleke xwe mezin di aktîfkirina saziyên sivîl li Dêrazorê de hebû."

Ibrahîm wiha got:"Şehîd Merwan û hevjîna wî ku endama komîteya meclisê bû, gelek komîte di Meclisa Sivîl a Dêrazorê de avakirin. Şehadeta wî pir wateyeke xwe mezin heye, em dizanin em tevgera şehîdan in û bi saya wan em gihaştin vê astê, em soza xwe nû dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin."

Her wiha endamê meclisa navçeya Til Koçer Mehmûd Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Merwan û endmaên Meclisa Sivîl a  Dêrazorê re xwest û wiha got:"Erdogan dixwaze herêmên me dagir bike, eger wiha bike mafê me heye ku em parastina xwe, destkeftî û herêmên xwe bikin, em ji Erdogan re dibêjin em nahêlin rûmeta me têk bibe û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Herkîna ber bi konê sersaxiyê ve heta seatên êvarê berdewam e.

(jo)

ANHA