Daxwazên koçberan ji 2019`an re

Bi destpêkirina sala nû re hêvî û xwestekên koçberên kampa Eyn Îsa gelek in. Piraniya koçberan xwest aramî û ewlehî li tevahî Sûriyê peyda bibe, sala nû bibe sala tunekirina terorê, koçber û penaber li gund û bajarên xwe vegerin.

Daxwazên koçberan ji 2019`an re
1 ÇILE, 2019   08:31

EHME EL-KEMIYAN – TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Kampa Eyn Îsa ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 6`ê Mijdara 2016`an de hate vekirin. Ji bo ku koçberên ku ji ber şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê direvin xwe lê bi cih bikin, hate vekirin. Niha jî zêdetirî 13 hezar koçber û penaber ji bajarên Sûriyê û Iraqê lê dimînin.

Koçberên kampa Eyn Îsa ku zêdetirî salekê di kampê de ne, hin ji wan ji ber ku tu dever tune ne ku lê bimînin, hin ji wan jî ji ber ku gundên wan di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyê de ne, lê dimînin. Koçberên kampê ji ANHA`yê re axivîn.

Koçberan di axaftinên xwe de destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku sala 2019`an ji bo şervanên QSD`ê bibe sala serkeftinê û tunekirina terorîstan. Her wiha hêviya aramî û ewlehiyê ji tevahî Sûriyê re xwestin û hemû koçberên derve li Sûriyê vegerin.

Koçberê bi navê Sebah El-Werdî yê ji Dêrazorê, hêviya aramî û ewlehiyê ji tevahî Sûriyê re û yekitiya gelê Sûriyê li dijî hemû dijmin û dagirkeran, xwest.

Hêviyên zarokekî mexdûrê şer

Zarokê bi navê Mihemed Abdulqadir dibêje di sala nû de hêviya wî ya yekemîn ew e ku bavê wî vegere ku dema çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribûî hate bêserûşûnkirin û ya duyemîn jî alîkariya wan bê kirin da ku mala wan a ji ber şer hatiye rûxandin, sererast bikin.

Koçberê bi navê Eşref El-Sûme jî bang li rêxistinên mirovî û rêveberiya kampê kir ku heger koçber demeke dirêj di kampê de bimînin, alîkariyê bi awayekî baştir pêşkêş bikin.

Li tevahî welatên cîhanê şevê din sala nû 2019`e hate pîrozkirin lê li Sûriyê û bi taybet li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rewş cuda bû.

(bx)

ANHA