Hiqûqnas Xalid Umer: Li gorî qanûnên navdewletî Tirkiye dewleteke dagirker e

Hiqûqnas Xalid Umer got tu rewabûna Tirkiyê li herêmên Sûriyeyê nîn e, Tirkiye li gorî qanûnên navdewletî dewleteke dagirker e. Umer her wiha anî ziman ku pêwîst e dadgeha navdewletî dewleta Tirk li ser zêdegaviyên wê li Sûriyê lêpirsînê jê bixwaze.

Hiqûqnas Xalid Umer: Li gorî qanûnên navdewletî Tirkiye dewleteke dagirker e
1 ÇILE, 2019   07:33

EHMED SEMÎR – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji aloziya Sûriyeya sûd wergirt û hin herêmên Sûriyeyê; Cerablus, Bab û Efrînê dagir kirin. Dewleta Tirk bi dagirkirina herêman re kiryarên nemirovî li hember şêniyan ji kuştin, koçberkirin, guhertina demografîk û  wêrankirina deverên dîrokî pêk tîne û  hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

Der barê mijdarê de endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Parêzer Xalid Umer diyar kir ku erka dadgeh û civaka navdewletî ye ku zextê li Tirkiyê bike da ku dagirkirina Sûriyeyê rawestîne û li ser kiryarên tundiyê li herêmên ku Tirkiyê dagir kirin, lêpirsînê veke.

Umer wiha got: "Kiryarên Tirkiyê yên berê û niha êdî ji her kesî re ne eşkere bûne. Tirkiye îtîrafê bi sînorên dewletên cîran nake û kiryarên xwe yên dagirker li dijî gelên herêmê didomîne."

Umer destnîşan kir ku hewcedarî bi belgeyên îsbatkirina dagirkirina Tirkiyê li herêmên Sûriyeyê nîn e, ji ber ku ev li pêşberî civaka navdewletî diyar e.

Umer di berdewama axaftina xwe de kiryarên Tirkiyê li Sûriyeyê bi sûcên navdewletî bi nav kirin û teqez kir ku li gorî qanûn û peymanên navdewletî û hiqûqî dagirkirin, paqijkirina etnîk û jenosîd, sûcên navdewletî ne.

Parêzer Xalid Umer destnîşan kir ku gelek aliyan li ser dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve li hev kir û wiha domand: "Dewletên kapîtalîst ji cîhana derve re diyar dikin ku di navbera wan de nakokî û pirsgirêk hene, lê berjewendiyên hemûyan girêdayî hev in û berjewendiyên gelan ji bo wan ne gerek in."

Girêdayî hincetên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê Umer wiha anî ziman: “Tu rewabûna dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyeyê tune ye, Tirkiyê her tim şerê li hember terorê dike hincet û dibêje ku sînorê di xetereyê de. Lê ev hemû hincet û îdiayên ji aliyê Tirkiyê.”

Hiqûqnas Xalid Umer bal kişand ku civaka navdewletî ji binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelên Sûriyeyê bê deng e ku heya niha ji desteka Tirkiyê ya bi çeteyên DAIŞ‘ê re û dagirkirina herêmên Sûriyê, her wiha gefên wê yên êrîşa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu helwestên fermî diyar nekiriye.

Hiqûqnas Xalid Umer di dawaiya axaftina xwe de got, divê rêxistinên hiqûqî û navdewletî yên qanûnên nivîsîne gefên Tirkiyê rawestînin û zextê lê bikin ku ji xaka Sûriyê vekişe. Xalid Umer gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Divê Dadgeha Navdewletî hesab ji Tirkiyê bixwaze ku kiryarên wê yên li Sûriyê bi dawî bikin."

ANHA