Şêniyên Efrînê di vegera li warê xwe de bi israr in

Şêniyên Efrînê yên ku kantona Şehbayê di berxwedanê û mayîna li nêzî bajarê xwe yê dagirkirî de bi israr in. Şênî teqez dikin ew ê li hember şert û mercên zehmet bisekinin û bajarê xwe rizgar bikin.

Şêniyên Efrînê di vegera li warê xwe de bi israr in
1 ÇILE, 2019   07:24

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derketin û li kantona Şehbayê bi cih bûne, di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Bi taybet bi hatina zivistanê re ku azarên wan zêdetir dibin lê belê di berxwedanê de bi israr in. Şênî teqez dikin ku astengî bandorê li vîn û berxwedana wan nakin.

Îbrahîm Elo destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê bi armanca înkarkirina Kurdan û dîroka wan hatin kirin û wiha got: “Gelê Efrînê li rex şervanên xwe li hember çekên herî pêşketî û balafiran li ber xwe da û li Şehbayê ruxmî mercên zehmet ji serma û baranê û di malên wêrankirî de li ber xwe didin.”

Elo di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji îro û pê ve wê kes nikare me ji cihê me derxe, bi taybet dagirkeriya Tirkiyê. Berxwedana me li Şehbayê berdewam e, ji ber ku Efrîn li benda me ye, em ê bi hemû hêza xwe kar bikin heya Efrînê azad bikin.”

Mele Nûrî Abdullah jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku ew ê bi tevahî derfetên xwe ji bo rizgarkirina Efrînê kar bikin û serî hildin û wiha got: "Bajarê ji ber hebûna artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê êşê dikişîne, lê em ê hemû astengiyan tehemul bikin heya vegerîn Efrîn.”

Dada Mihemed jî bal kişand ser astengiyên ji ber baran û sarbûnê ku li Şehba dibîne û wiha axivî: "Ev astengî bandorê li vîn û berxwedana me nakin, em ê hemû astengiyan tehmul bikin, em ê bi berxwedan û vîna xwe Efrînê rizgar bikin.”

Rêveberiya kantona Şehbayê bi hevkariya komînan hewl dide pêwîstî û pêwîstiyên şêniyan bi taybet ên zivistanê pêk bînin û li gorî derfetan weke mazot û sobeyan belav dikin, lê alîkariyên têne belavkirin jî têrê nake ku hemû pêwîstiyên şêniyan bi cih bînin.

Her wiha gelek ji şêniyan li pêşiya mal û kampan şînkahiyên wekî bexdenûs, pûng, silk û sebzeyên zivistanê diçînin, ji bo ku beşeke ji pêwîstiyên xwe yên rojane bi cih bînin.

(dh)

ANHA