Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne

Studyoya Casim Elî ya li navçeya Tirbespiyê yekemîn galerî li herêma Cizîrê ye ku gelek bûyerên civakî û jiyanî belge kirin û niha veguheriye muzexaneyeke biçûk ji kevneşopiyên pêkhateyên navçeyê re.

Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
Ji dikaneke biçûk bû muzexaneyeke ku bîranînên 40 salan dihewîne
1 ÇILE, 2019   07:13

RÊNAS REMO - KADAR IBIRAHÎM / QAMIŞLO

‘Studyoya Casim’ a navçeya Tirbespiyê di sala 1979‘an de ji aliyê kesê bi navê Casim Elî ve hate vekirin. Studyoya Casim yekemîn studyo ye ku li herêma Cizîrê hatiye vekirin.

Xwediyê studyoyê Casim Elî hunera wênekêşî û wênesaziyê li Yekitiya Sovyetê xwend, piştî xwendina xwe bi dawî dike, studyoyeke biçûk li navçeyê vedike û wêneyan dikişîne.

Casim Elî her wiha di minasebet û şahiyên şêniyên navçeyê de dîmen û wêne dikişandin. Li gel wî karî ji kişandina wêneyên ji deverên şûnwarî re hez dike.

Casim Elî di xeta xwe ya 40 salî de pêşangeheke wêneyan ku bi sedan wêneyên kevn ên şêniyên navçeyê dihewandin, vekir. Wêneyên ku di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin bal kişand ser çand û kevneşopên şêniyên herêmên Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyan, her wiha minasebetên wan parve dikirin.

Ferdên malbata Casim Elî niha di studyoyê de dixebitin û amûrên wênekêşiyê yên dema Casim bi kar dianîn, li gel xwe parastine.

Her kes li Tirbespiyê vê studyoyê nas dike. Hûda Îbrahîm yek ji xebatkarên studyoyê ku xeta Casim Elî temam dike û destnîşan kir ku studyo niha muzexaneyeke biçûk ji pêkhateyên Tirbespiyê re ye û wêne, bîranînên kesan û belgeyên 40 salan tê de hene.

(dh)

ANHA