Çalakiya konvedanê ya Serêkaniyê di roja 13‘an de ye

Hevserokên meclisên şaredariyên gel ên kantona Hesekê beşdarî çalakiya konvendê ya Serêkaniyê bûn. Di çalakiyê de hate gotin "Gefên Erdogan vîna me naşkînin , hewldaneke bêzanebûn ji aliyê Erdogan ve mîna intîhar û destpêka hilweşandina Osmaniyên nû ye."

Çalakiya konvedanê ya Serêkaniyê di roja 13‘an de ye
31 kanûn, 2018   16:45

HESEKÊ

Çalakiya konvendê ya herêma Serêkaniyê li ser sînor li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê di roja 13‘an de ye. Rexmî serm û baranê şande ji herêmên Cizîrê serdan kon dikin. Di roja 13‘an de hevserokên meclisên şaredariyên gel ên kantona Hesekê beşdar bûn û nerazîbûnên xwe nîşanî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman.

Di çalakiyê de hevserokê şaredariyên kantona Hesekê Ebdulxefûr Oso, Hevseroka Desteya Şaredariyan a bajarê Serêkaniyê Nesrîn Selah, Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a navçeya Şedadê Hûsam Tean, Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Şerqî  ya Kantona Hesekê Nîdal Beho, Cîgirê Serokê Şaredariya navçeya Holê Ziyad Mihemed, Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Erîşê ya Kantona Hesekê Mihemed Cuma, Hevseroka Şaredariya bajaroka Qeremanî ya Dirêbisiyê Heda Şêx Dawud, Hevserokê Şaredariya Menacîr a herêma Serêkaniyê Mihemed Ubêd axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê encama krîza hundirîn a Tirkiyê ye, krîza azadî û demokrasiyê ku ji destpêka damezrandina dewleta netewî ya Tirkiyê li pêş ket bû sedema înkarkirina mafê hemû gelan.

Axaftvanan diyar kirin ku Bakurê Sûriyê spartegeha bi ewle ji bo bi hezaran koçberan. Ji berê vê yekê Tirkiye gefan li van herêman  dixwe, her wiha hate gotoin ku armanca van gefan têkbirîna projeya netewa demokratîk e.

Kesên axivîn teqez kirin ku wan berdêlên azadiyê dane û ev berdêl vala naçe û hate gotin: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xaka xwe dê berdêlên giranbuha bidin. Îradeya gel a jiyaneke bi azad ji çek û hovîtiya dijmin bihêztir e û serkeftin dê para gelê mafdar be."

Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şeremzarkirin û hate gotin ku faşîzmaya Tirkiyê biratiya gelan û aştiya navxweyî dike hedef.

Her wiha hate gotin:"Gefên Erdogan îradeya me naşkîne. Her hewldaneke bêrêzdarî ji hêla Erdogan ve wê mîna întîhar û destpêka hilweşandina Osmaniya nû ve, ji ber ku hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêra fikr û felsefeya netewa demokratîk e. Em ê li ber xwe bidin û li ser koka xwe ya dîrokî ne û serê me bilind e."

Tevlîbûna endam, hevserokên meclîsa şaredariyên kantona Hesekê ya çalakiyê Serêkaniyê dê du rojan dewam bike.

ANHA