Jans Mosles: Gelê Bakur Sûriyê Ewropa ji terorê parast

Wezîrê Penaberan ê berê yê Yunanistanê Jans Mosles got, gelê Bakurê Sûriyê Ewropa ji terorê parast û teqez kir ku gelê Minbicê dê careke din bi serbikevin.

31 kanûn, 2018   16:46

MINBIC

Çalakiyên konvedanê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ve li gundê Ereb Hesen ve hatiye lidarxistin di roja sêyemîn de didome.

Şandeyên herêmî û kesayetên ji Ewropayê beşdarî çalakiyê bûn.

Axaftina destpêkê ya çalakiyê ji aliyê Hevserokê Meclisa Ciwanan a Minbicê Selah Cuma ve hate kirin. Selah Cuma bi xêrhatina beşdaran kir û teqez kirin ku ew ê bi vîna xwe bi ser bikevin.

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk li Belqanê Îbrahîm Muslim axivî û berxwedana gelê Minbicê li hemberî gefên Tirkiyê silav kir û got "Dagirkeriya Tirkiyê naxwaze pêkhateyên herêmê bi hev re bijîn."

Muslim teqez kir ku yekîtî û berxwedana gelê Minbicê rêya serkeftin û têkbirina gefan e. Di dawiyê de Muslim hêviya aramiyê ji bo Sûriyê xwest.

Gelê Bakurê Sûriyê Ewropa ji terorê parast

Wezîrê Penaberan ê Yunanistanê yê berê Jans Mosles jî beşdarî çalakiyê bibû got ew bi bandor bûye ku di nava şêniyên bajarê Minbicê de ye û destnîşan kir ku "We şerê çeteyên DAIŞ‘ê kir heya têk çûn. Bi têkbirina DAIŞ‘ê re we Ewropa û gelê wê parast. Dizanim ku dewletên Ewropayê li gorî tê xwestên alîkar nekir. Em deyndarê we ne. Gefên têne kirin ne nû ne. Minbic dê careke din bi ser bikeve, bi hêvî me ku aştî û demokratîk li herêmê pêk were."

Bi navê Komîteya Şadeya Şehbayê Muhened, bi navê Meclisa Jin Sewsen Muslim, bi navê Komîteya Karûbarên Civakî Xalid Cûma, bi navê Komîteya Karûbarên Olan a Minbicê Elî El-Cemîlî, bi navê Komîteya Perwerdeyê Ehmed Salih û bi navê Komîteya Parastinê Mihemed Elî axivîn.

Di axaftinan de gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û soz hate dayîn ku berdêl çi be ew ê herêmê biparêzin.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê bi dawî bû.

ANHA