‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’

Şêniyên Qamişlo û navçeya Til Hemîsê di merasîmên sersaxiya şehîdan de diyar kir ku armanca wan avakirina civakeke demokratîk e û gefên Tirkiyê bandorê li daxwazên wan nakin.

‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
‘Tekane armanca me avakirina civakeke demokratîk e’
31 kanûn, 2018   14:04

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo û YPG`ê û YPJ`ê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Mistefa endamê Hêzên Erka Xweparastinê re xwest ku di pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina cihên dawîn ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê rêveberiya TEV-DEM`ê ya bajarê Qamişlo Fîroşah Remedan wiha got: "Em di pêngaveke hesas re derbas dibin, gelek dewlet di serî de Tirkiye, projeya şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedefa xwe, projeya ku rêya derxistina hemû aloziyên ji Sûriyê ye.”

Fermandarê YPG`ê Mistefa Qamişlo da xuyakirin ku YPG, YPJ û QSD`ê 7 salan li pêşiya hemû rêxistinên terorîst ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêvebirin, li ber xwe da. Dagirkeriya Tirk rasterast gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Mistefa wiha got: “Têkoşîna me heta dawiyê dê dewam bike.”

Her wiha endama rêveberiya Kongreya Star Firyal Omer destnîşan kir ku gefên Tirkiyê bandorê li daxwazên wan nakin û wiha pê de çû: “Em ê li pêşiya êrîşên ji derve ku ewlehiya me xira dikin, bisekinin. Herêm bi saya xwîna şehîdan û lehengiya zarokên me ewle bû, bi hevgirtina pêkhateyên herêmê dê hemû gefan vala derkevin.”

‘Armanca me avakirina civakeke demokratîk e’

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Şihab re xwest ku di pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina cihên dawîn ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Ebawî bavê şehîd Xeys ê navçeya Til Hemîsê wiha got: "Bila her kes bizane ku ev herêm û hemû herêmên din ên Sûriyê rastî êrîşên hovane ji aliyê rêxistinên terorê ve hatin, lê bi saya xwîna şehîdan ev herêm hatin rizgarkirin.”

Her wiha endamê PYD`ê Silêman Ebûbekir axivî û diyar kir ku tekane armanca wan avakirina civakeke demokratîk e û wiha pê de çû: “Em wek PYD`ê û ji destpêka aloziya Sûriyê me xeta sêyemîn ji xwe re esas girtiye ji bo ku em bikarin parastina civakê bikin û hemû siyasetên li dijî civakê şermezar bikin.”

Paşê fermandarê QSD`ê Ehmed El-Kirîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Çanda mirovahiyê ji Rojhilata Navîn dest pê kir û kete xewna dirêj. Em niha ji cîhanê re balkêş in û hêviya tunekirina nezaniyê ne. Tu ecêbî tê de tune ye ji ber ku me bi xwînê xwe ji nezaniyê xelas kir û felsefeya xelasbûna ji nezaniyê li gel me heye.”

Tê payîn ku şêniyên bajarê Qamişlo û Til Hemîsê heta seatên êvarê berê xwe didin kon.

(jo)

ANHA