Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin

Cenazeyê Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merewan El-Fiteyîh bi merasîmeke girseyî ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Merwan El-Fiteyîh li Qamişlo hate veşartin
31 kanûn, 2018   15:01

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, tevî şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Merewan El-Fiteyîh ku ji aliyê kesên çekdar ve di 29‘ê Kanûnê de li ser rêya Hesekê- Dêrazorê hatibû şehîdxistin bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Merwan El-Fiteyîh ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin. Di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re dihatin berzkirin.

Li goristanê hevalên şehîd Merwan cenazeyê wî ku bi alên Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê û çîçekan xemilandibûn danîn li ser dîka merasîmê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û tûrana leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Remedan Remedan sersaxî ji malbata şehîd Merewan re sersaxî xwest û teqez kir ku gelê herêmê şopdarên xeta şehîdan e ta armancên wan ên rizgarkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed keda şehîd Merwan di azadkirina gelan silav kir û got "Şehîd Merwan wê hertim di dil û mejiyê me de be. Şehîd Merwan yek ji damezrînerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê e, lê nêzî gel bû û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û mîsogeriya azadiya gel bê westandin kar dikir, rexmî ku gelek caran rast gefan dihat."

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got: "Hêzên dijberî berjewendiyên gel hertim têkoşeran dikin hedef, da ku îradeya me têk bibe û têkoşîna me rawestînin. Em peyamekê ji hêzên tarî re dibêjin hûn nikarin îradeya me têk bibin û têkoşîna bisekinînin."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif jî di merasîmê de axivî û got: "Şehîd Merwan ji kesên destpêkê bû ku piştgirî da projeya demokratîk û ji kesên yekemîn e ku saziyên demokratîk li herêma Dêrazorê ava kirin e û şênî tevî li berxwedana azadiyê dikirin."

Xesan Yûsif soza şopandina rêya şehîd Merwan da.

Bi navê Meclisa Zagonsaz a bajarê Reqayî Hisên Berces ji aliyê xwe gefên Erdogan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Erdogan nikare îradeya me têk bibe. Kuştin û teqînên têne kirin me natirsînin, berevajî wê hêz û îsrara me zêde dike. Em bi yekrêzî bi gelê xwe û şervanên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ne da ku terora DAIŞ‘ê û alîgirê wê Erdogan tine bikin."

Piştî axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Şêxmûs wesîqeya şehadetê ya Merwan El-Fiteyîh xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşm û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA