Li Rimêlanê sersaxiya şehîdên Şerê Tunekirina Terorê

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî da malbatên 3 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê.

Li Rimêlanê sersaxiya şehîdên Şerê Tunekirina Terorê
Li Rimêlanê sersaxiya şehîdên Şerê Tunekirina Terorê
Li Rimêlanê sersaxiya şehîdên Şerê Tunekirina Terorê
31 kanûn, 2018   13:35

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan berê xwe da bajarokê Rimêlanê û serdana konê sersaxiyê yê şehîdên bi navên Mihemed Henan (Halêm Agirî) û Saêr El-Ziyab (Şiyar Çil Axa) ên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de û şehîd Husên El-Muteyêr ê şervanê Erka Xweparastinê ku di Şerê Tunekirina Terorê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketine, kir.

Konê sersaxiyê li bajarokê Rimêlanê hat vegdan. Wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çadiran ve hatin daliqandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji fermandarên YPG’ê Mehyî El-Dîn Xêrikî axivî û wiha got: "Hemû dewletên derve ji bo berjewendiyên xwe dixwazin destwerdana herêmê bikin. Lê em gelekî berxwedêr in, bi yekitî û yekdestiyê dikarin pêşiya hemû planan bigirin ku dixwazin derbeyê li biratiya gelan bidin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Narşan Berekat jî da zanîn ku têkoşîna şehîdan mîsogeriya mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em ê heta serfiraziyê li ser şopa şehîdan bin.”

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin” bi dawî bû. Serlêdana konê sersaxiyê didome.

ANHA