Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin

Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya Komseriya Kar û Barên Koçberan hezar û 600 çadirên ku avê derbas nakin, li koçberan belav kirin.

Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
Çadir li koçberên kampa Eyn Îsa hatin belavkirin
31 kanûn, 2018   13:09

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya kampa Eyn Îsa tevî derfetên kêm alîkariya koçberan dike. Îro jî rêveberiyê hezar û 600 çadirên ku avê derbas nakin, li koçberan belav kirin.

Rêveberiyê, çadirên derveyî kampê bi tevahî guherîn, hezar û 300 çadir ên derveyî kampê û 300 çadir jî yên di hundirê kampê de guherandin.

Di vê çarçoveyê de koçberên bi navên Salim El-Xelef û Beşar El-Elî spasiya rêveberiya kampa Eyn Îsa kir û destnîşan kir ku çadirên wan hemû riziyabûn û ji ber barana zêde gelek zehmetî dîtin.

Ji rêveberên kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf jî destnîşan kir ku rêveberiyê betanî û çakêt li her kesê ku temenê wan zêdetirî 14 salan be, belav kir û her wiha cilên zivistanê jî li zarokan belav kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di kampa Eyn Îsa ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê de nêzî 13 hezar koçberên ji Reqa û Dêrazorê, her wiha penaberên ji Iraqê jî dijîn.

(bx)

ANHA