Mamosteyên Tebqayê geşedanên dawîn nîqaş kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê civînek ji 2 hezar mamosteyên Tebqa û gundên wê re li dar xist.

Mamosteyên Tebqayê geşedanên dawîn nîqaş kirin
Mamosteyên Tebqayê geşedanên dawîn nîqaş kirin
Mamosteyên Tebqayê geşedanên dawîn nîqaş kirin
Mamosteyên Tebqayê geşedanên dawîn nîqaş kirin
31 kanûn, 2018   13:17

TEBQA

Ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên li Sûriyê, Rêveberiya Sivîl a Tebqayê rêzecivînan li dar dixe. Rêveberiya bi beşdarbûna hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid, hevserokê Komîteya Şaredariyan Îbrahîm El-Mihemed û hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman civîneke mezin ji mamosteyên Tebqayê re li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hind El-Elî baweriya xwe bi perwerdeya ku mamoste didin, anî ziman. Hind El-Elî li ser vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê, diyar kir ku biryareke ne nû bû, ji ber ku siyasetên Amerîka wiha ne, hin dewletan diyar kir ku biryara Trump nû bû û hişt ku tevlihevî di nava kaxizên hundirê rêveberiya Amerîka û dewletên koalîsyonê de derkevin.

Hind El-Elî li ser siyaseta Tirkiyê û gefên wê destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi vê yekê aloziya xwe ya hundirîn siyasî di nav de aborî derxe derve û çavên gelê Tirkiyê bikişîne derve û teqez kir ku armanca mezin a Tirkiyê derbeya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, bike.

Hind di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi van gotegotan û tiştên ku dezgehên çapemeniyê derdixin, divê neyên xapandin. Hind wiha got: "QSD dikare parastina erdê bike, taybet ku gel li kêlekê bisekine. Rast e ku Koalîsyona Navneteweyî rolek di şerê bi terorê de lîst, lê hêza me ya li ser erdê bi saya xwîna şehîdan erd û mirovahî rizgar kir. QSD dê heta dawiyê parastina erd û mirovahiyê bike.”

Hind di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku diyalogên Sûrî-Sûrî tekane çareseriya aloziya Sûriyê di destûra nû ku parastina mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dike.

Her wiha hevserokê Komîteya Parastinê ya Tebqayê Mihemed Elî teqez kir ku QSD dikare parastina xaka xwe bike û sûcên ku çeteyên Artêşa Azad, El-Nusra û DAIŞ`ê li herêmê kirin, şermezar kirin.

Mihemed Elî wiha got: "Hêzên me bi gel re xurttir dibin, li ser milê mamosteyan dikeve ku artêşeke ji zanyaran û rewşenbîran ava bikin û bi zanebûn xwe bi çek bikin ku civakeke azad ava bikin.”

Civîn bi pirs û bersivên beşdaran li ser dozên siyasî û leşkerî bi dawî bû.

(jo)

ANHA