Li Sûriyeyê di sala 2018'an de nêzî 20 hezar kes mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, sala 2018'an nêzî 20 hezar kes li Sûriyeyê mirine.

Li Sûriyeyê di sala 2018'an de nêzî 20 hezar kes mirin
31 kanûn, 2018   12:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdul Rahman daxuyanî da AFP'ê û bîlançoya sala 2018'an eşkere kir. Ramî Abdul Rahman got, di nava salekê de 19 hezar û 666 kes mirine.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir, sala 2017'an zêdeyî 33 hezar kes li Sûriyeyê miribûn. Li gorî saziyê sala herî giran 2014 bû ku 76 hezar kes mirin.