Senatorê Amerîkî: Wê DYA vekişînê ji Sûriyê hêdî bike

Endamê Partiya Komarger senator Lîndsey Graham, doh bi Trûmp re rûnişt û ragihand, 'amade ye ku vekişînê sist bike'.

Senatorê Amerîkî: Wê DYA vekişînê ji Sûriyê hêdî bike
31 kanûn, 2018   06:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber zêdebûna nerazîbûna, tê gotin ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp amade ye ku vekişîna ji Sûriyeyê 'heta tinebûna DAÎŞ'ê hêdî bike.”

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp, di demekê de ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hîn dewam dike, eşkere kir ku wê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Hem Wezareta Parastinê, hem jî endamên partiya wî nerazîbûn nîşanî wî dabûn.

Yek ji kesên ku biryara Trûmp bi rengê herî tund rexne kir, endamê Partiya Komarger senator Lîndsey Graham e. Graham doh bi Trûmp re rûnişt û ragihand, 'amade ye ku vekişînê hêdî bike'.

Graham piştî hevdîtina bi Trûmp re daxuyaniyek da û anî ziman ku wî fikarên xwe yên li ser qelsbûna têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ragihandiye û got, di encama hevdîtinê de 'fikar pê re nemaye'.

Senatorê Komarger Lîndsey Graham bi dewamî got, "Em ê wan tiştan (vekişîn) bi rengekî aqilane sist bikin."