ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.12.2018
31 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çil Axa ji malbatên têkoşer Mihemed Henan (Halim Agirî), Saîr El-Ziyab (Şiyar Çil Axa) û Hesen El-Mitêr re sersaxiyê dixwazin, merasîmê sersaxiyê li navçeya Girkê Legê tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên konvedanê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kobanê ya herêma Firatê, Serêkaniyê ya kantona Hesekê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx êla El-Egîdat a Dêrazorê got: "Zarên me ne terorîst in. Zarên me cîhan ji xeteriya DAIŞ'ê xilas kiriye. Em ê xaka xwe li hember her dagirkeriyekê biparêzin, mîna ku zarên me DAIŞ'ê ji herêmê qewitandin û em ê hemû kesên hewl bidin derbasî herêmê bibin biqewtînin. Ji ber ku Sûriye dergûşa şaristaniyan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê binpêkirinên xwe û pêkanîna sûcan zêde kirine. Efrîn li gorî herêmên Sûriyê bi taybet li Bakurê Sûriyê dijwartirîn rewşan ji aliyê ewlehî, civakî, aborî, çandî û guhertina demografîk jiyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin bi saya QSD‘ê herêm bi ewle ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- 2018 ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sala serkeftinan tê dîtin. Tevî êrîşên hêzên dagirker ku di serî de hebûn û îradeya jinan dikin hedef, jinan di hemû qadên dîplomasî, leşkerî, rêxistinî û hwd. de gavên mezin avêtin û ji jinên cîhanê re bûn mînak. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Buroya Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Efrînê Mihemed Reşîd teqez kir ku armanca  gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatl Sûriyê têkbirina  yekîtiya gelan û projeya demokratîk a pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Luqman Ehmê destnîşan kir ku hemû gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet ser gelê Kurd armanca pêkanîna jenosîd e û got: “Yekitiya gelê Kurd dê wan armancan têk bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarên jin ên bajarê Reqayê gotin Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derbasî dewletên cîran bike û hewl dide serfiraziya dewleta Osmanî vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya sala nû şahiyekî ji zarokên şehîdan re lidar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çendîn nêrîn ji bo sala borî cuda bin, lê hêviya rizgarkirina Efrînê û vegera wê hêviya tekane ya şêniyên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê bi cih bûne ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê bi boneya sala nû û bi dirûşmeya "Saleke nû.. sala serkeftin ,rakirina xeteriyê û belavkirina aştiyê" şevbêrekeke hunerî li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiyên konvendanê ya li gundê Ereb Hesen ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Minbicê ve ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê ve hatiye lidarxistin di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA