Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Hemîsê ya girêdayî wê cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Mustefa û Mihemed El-Ebas ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
30 kanûn, 2018   18:54

QAMIŞLO

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve û deqeya rêzgirtin dest pê kir.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê  Hevserokê Desteya Tûrîzm û Şûnwaran Hesen El- axivî û sersaxiya malbatên şehîdan re xwest.

El-Elî got:" Dijmin dixwaze herêmê dagir bike û fitneyê di navbera pêkhateyê herêmê de gur bike, ji ber vê yekê divê em li gel hev bisekinin û li ber xwe bidin, ji ber ku îradeya gel xwe dispêra fedekariya şehîdan."

Ji fermandarên Erka Xweparastinê Feysel Murad axivî û got" Şoreşa me li dijî zulm û desthilatdar e, li hemberî kesên ku nirxên mirovahiyê nas nakin. Lew re têkoşîna me heya serkeftin û azadiyê berdewam e."

Murad soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şêniyên cenazeyê hersê şehîdan di nava dirûşme û tîlîliyên spartin axê.

ANHA