Di destpêka sala nû de Reqa dê ronî bibe

Şaredariya Gel a Reqayê hewl dide bi destpêka sala nû kolanên bajarê Reqayê  bi dirêjahiya 15 km ronî bike. Li ser vê yekê xebatên xwe berfireh kirin.

Di destpêka sala nû de Reqa dê ronî bibe
Di destpêka sala nû de Reqa dê ronî bibe
Di destpêka sala nû de Reqa dê ronî bibe
30 kanûn, 2018   16:34

REQA

Bi dirûşmeya " Em ê ronê bikin" Şaredariya Gel armanc dike elektirîkê vegerîne hin taxên Reqayê, ji ber vê yekê kargehên kar  karê serastkirinê  berdewam dikin.

Di pêngava yekem de dê kolanên sereke, çerxerêya Saa û dikanên bazirganiyê li aliyê rêyan ronî bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm ji ajansa me axivî û got " Niha em elektirîkê vedigerînin navenda bajarê Reqayê û kolanên wê yên sereke bi dirêjahiya 15 km, ji Miheta Reqa 2 piştre Pira Kevn heya navenda bajêr û  çarxerêya Saa heya digihêje Nexweşxaneya Zarokan a li aliyê Rojava"

El-Îbrahîm destnîşan kir  ku  Wekî Şaredariya Gel xizmetên cur bi cur ji şêniyan re pêş kêş bikin û di serastkirina elektirîkê de ji bo bigihêje her malekê de berdewam in.

ANHA