Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG'ê  Umer Hesen (Serdar Efrîn ) ku di 28'ê Kanûnê de û Henîf Reşo (Welat Efrîn) ku di 29'ê Kanûnê de dema li ser erkê xwe bûn li bajarê Helebê şehîd bûbûn bi merasîmekê ji aliyê seden şêniyên Efrîn û Şehbayê hate veşartin.

Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
Cenazeyê Serdar û Welat bi merasîmekî girseyî hatin veşartin
30 kanûn, 2018   15:40

ŞEHBA

Girseya gel cenazeyê her du şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehbayê ketin rê.

Li goristanê merasîmek bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hacer Miho axivî û destnîşan kir ku gelên herêmê û bi saya şehîdan serkeftin bi destxistine û got: "Şehîd bingeha avakirina civaka azad e, bi rih û bi saya şehîdan dê Efrîn rizgar bibe."

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Kantona Şehba Mihemed Welo bal kişand ku şehîd nirxên gelan ên giran buhan e. Mihemed diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyê gelên fedekar in û bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zincîr û zihniyeta paşverû şikandine.

Her wiha endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer diyar kir ku şehîd rûmet û şeref in, şoreş û damezrandina pergaleke demokratîk  berhemê xwîna şehîdan e.

Koçer bal kişand li ser planên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyê û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk ji bo têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê serdana dewletên derve dike. Ji ber wê êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûiyê tê wateya êrîşa li ser yekîtî û azadiya gelên herêmê ye."

Koçer di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku divê li hember her êrîşekê yekîtiya xwe ava bikin û xwe birêxistin bikin.

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ronahî Oso wesîqeya şehadeta her du şehîdan xwend û radestî malbata wan kir. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeya her du şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

 (şx)

ANHA