Oldarên Reqayê ji bo rêgirtina li ber xeteriya banga hevgirtinê kirin

Oldar û îmamên mizgeftên bajarê Reqayê ji bo rêgirtina ji ber xeteriyên li ser herêmê  banga yekîtî û hevgirtinê li gelê herêmê kir.

Oldarên Reqayê ji bo rêgirtina li ber xeteriya banga hevgirtinê kirin
30 kanûn, 2018   16:26

REQA

Oldarên misliman û îmamên mizgeftên bajarê îro li mizgefta Şuheda Ehil Bedir a bajarê Reqayê kom bûn û girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Meclisa Şêwirmendiyê ya Herêma Firatê Şêx Ehmed El-Arûnî ve hate xwendin.

Şêx Ehmed El-Erûnî got: "Di dirêjahiya dîrokê de ev herêm dergûşa şaristanî û baweriyan bû û niha rastî êrîşan tê û hemû hîmên jiyanê, ji mirov, kevir, çandin û hwd tên hedefgirtin.

Ji ber wê divê wek oldarên herêmê em bi erka xwe ya olî rabin, bûyerên ku rûdane û rû didin ji tevahiya pêkhateyên herêmê re xuya bikin.

Di heman demê de em bang li wan dikin ku yekîtî û hevgirtinê dikirin, ji ber ku hêza me ya rastîn di yekîtî, hevgirtin û hevkariya me de xurt dibe.

Ji ber wê divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî û hemû planên dijminan ên ku projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê armanc dikin pûç bikin. Gelên herêmê bi hemû pêkhate û baweriyên xwe ji bo bighêjin rêveberiyek neteweyî demokratîk û xweser hemû gel bi hev re li ser bingeha wekheviyê, rêzdariya olî û jiyana hevbeş dijîn û ji bo bicihanîna ewlehî û aramiya herêmên xwe fedekarî dane û hîna jî didin."

(şx)

ANHA