Akademiya jin a Tebqayê dewreyek bi dawî kir

Akademiya Jinên Sûriyê li Tebqayê îro bi merasîmekê dewreya 8`emîn a Şehîd Lêberîn Çiya bi dawî kir.

Akademiya jin a Tebqayê dewreyek bi dawî kir
Akademiya jin a Tebqayê dewreyek bi dawî kir
Akademiya jin a Tebqayê dewreyek bi dawî kir
Akademiya jin a Tebqayê dewreyek bi dawî kir
30 kanûn, 2018   13:34

TEBQA

Dewreya ku bi navê şehîd Lêgerîn Çiya habitû destpêkirin, bi tevlîbûna 25 endamên saziyên sivîl 20 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de dersên li ser dîroka tekoşîna jinan, herwiha dersên li ser şerê taybetê ku ji aliyê rêjîmên desthilatdar ve li ser jinan tê meşandin, dersên jiyana hevpar û û dîroka Rojhilata Navîn hatin dayîn.

Merasim ku gelek endamên saziyên sivîl û lerşkerî û gelek jin tevlî bûn, bi  deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Di merasîmê de bi nave rêveberiya adademiyê Wefaa Xelef dawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir û wiha got: “Ez hêvîdarim hûnê ji bo avakirina civakek bi berpirsyar bin.”

Bi navê komîteya jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Cuheyîne Misto jî got ku jinan roleke  mezin di hemû aliyên jiyanê de lîstin û dê jin rola mezin di berxwedana li hember hemû êrîşan bilîze.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA