Welatiyên Kobanê canezeyê şehîd Ednan oxir kir

Welatiyên bajarê Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ednan (Ednan Ebdî) ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, oxir kir.

Welatiyên Kobanê canezeyê şehîd Ednan oxir kir
Welatiyên Kobanê canezeyê şehîd Ednan oxir kir
Welatiyên Kobanê canezeyê şehîd Ednan oxir kir
Welatiyên Kobanê canezeyê şehîd Ednan oxir kir
Welatiyên Kobanê canezeyê şehîd Ednan oxir kir
30 kanûn, 2018   13:33

KOBANÊ

Bi dehan welatiyên bajarê Kobanê cenazeyê şehîd Ednan (Ednan Ebdî) ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir. Her wiha nasnameya şehîd Qehreman (Ehmed EI-Elî) jî hate eşkerekirin.

Di merasîma oxirkirinê de cîgirê Desteya Erka Xweparastinê Nebo Temo û li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nuh axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestç Axaftvanan diyar kir ku divê  xwedî li şehîdan derkevin, li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin û tu carî gavekê paşde naavêjin û nahêlin axa wan dagir bikin. Her wiha hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk û hevalbendên wê naxwazin ew di welatê xwe de bijîn, lê dê bi têkoşîna van şehîdan dagirkeriyê bişikînin û rêya şehîdan her tim bişopînin.”

Di dawiyê de ji aliyê Saziya Malbata Şehîdan ve nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate oxirkirin.

(şm-hk)

ANHA