Li Fîlîpînê lehî, 36 kes mirin

Li rojhilatê Fîlîpînê, barana zêde bû sedema hezîna axê û rabûna lehiyê. Di karesatê de 36 kes mirin.

Li Fîlîpînê lehî, 36 kes mirin
30 kanûn, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber şemitîna erdê û lehiyê jiyana xwe ji dest dane. Polîs û servîsên lezgîn ên li herêmê ragihandin, 36 kes ji ber felaketê mirine. Li 6 eyaletên din ên baran lê zêde bariye jî, 22 hezar mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Karê lêgerîn û rizgarkirinê yên tîmên rizgarkirinê dewam dike.