Li Dêrikê bexçeyê şehîd Sara hat vekirin

Navenda Zimanê Kurdî ya bajarê Dêrikê bi merasimekî bexçeyê zarokan ê bi navê Şehîd Sara ku 1’ê Mijdarê li Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû şehîdkirin vekir.

Li Dêrikê bexçeyê şehîd Sara hat vekirin
Li Dêrikê bexçeyê şehîd Sara hat vekirin
Li Dêrikê bexçeyê şehîd Sara hat vekirin
Li Dêrikê bexçeyê şehîd Sara hat vekirin
30 kanûn, 2018   10:25

QAMIŞLO

Bi dehan zarokên bajêr, malbatên wan û mamosteyên zimanê Kurdî tevlî mersîma vekirina bexçe bûn.

Di merasîma vekirina bexçe de cîgira desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Ferîda Îbrahîm û bi navê Meclisa Navçeya Dêrikê Seyda Hena axivîn.

Di axaftinan de vekirina bexçeyê Sara ya ku 1`ê Mijdara 2018`an di encama guleyên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî şehîd bibû, li hemû zarokên herêma Dêrikê hate pîrozkirin.

Her wiha hate destnîşan kirin ku vekirina bexçeyê zarokan di vê qonaxê de wateyeke wê ya dîrokî heye, bersivê dide dagirkerên ku dixwazin perwerde û fêrkirinê bidin sekinandin.

Di dawiyê de koma Kulîlkên Azadî ya girêdayî navenda Çand û Huner a Dêrikê pêşaneke hunerî pêşkêş kirin.

(bx)

ANHA