Geşedanên siyasî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin

Meclisa Sivîl a Tebqayê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên ku li herêmê rû didin civînek berfireh ji şêniyên taxa Ayid a rojavayê bajêr li dar xist.

Geşedanên siyasî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
29 kanûn, 2018   18:02

TEBQA

Endamên Rêveberiya Sivîl a Tebqa, Rêveberiya Jin a Tebqa û bi sedan şêniyên taxê tev li civîna ku li dibistana Ayid hatiye lidarxisrin bûn.

Ev civîna 6‘emîn e ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û Buroya Giştî ya QSD‘ê ve ji bo nirxandina rewşa siyasî û leşkerî li herêmê li dar dixe.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Meclisa Sivîl a Tebqa Dilşa Mistefa axivî û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û beriya 8 salan êş û azarên gelên herêmê roj bi roj zêde dibin. Di destpêkê de bi navê şoreş û şoreşgeran dihat bi navkirin, lê me tu şoreşger nedît. Gelo em dikarin wan bi şoreşgeran bi nav bikin an na? Ma ew ne heman kesên ku xwestin Sûriyê ji gelê Sûriyê li gorî siyasetên mîtingeriyê û ajandeyên derve rizgar bikin. Ma ew ne heman kesên ku sînorên Sûriyê vekirin û zemîna avabûna Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ'ê amade kirin û bi navê ol şerê gelê herêmê kirin."

Dilşa destnîşan kir ku herêm di encama lihevkirin û hevpeymanên navdewletî de gihaştiyê vê astê û gelên herêmê gelek êş û azar kişandin.

Dilşa diyar kir ku di encama wan siyaset û binpêkirinan de tevna civaka Sûriyê parçebû û êdî kuştin li gorî nasnameyê yan jî ol bû. Dilşa destnîşan kir ku îro bi saya projeya neteweya demokratîk gel ji nû ve tevna civaka Sûriyê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên wê ve ava dikin.

Di berdewama axaftina xwe de Dilşa destnîşan kir ku divê gelê herêmê vegerin rastî û cewhera xwe, ji ber ku li vî welatî ew xwedî vîn in û diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên herêmê divê gel xwe birêxistin bikin, yekîtiya xwe ava bikin û li berxwe bidin.

Di dawiyê de Dilşa girîngiya nasnameya çandî ya civakê destnîşan kir û ev tişt anî ziman: "Îro wek dewletên cîhanê yên sêyemîn li me dinêrin, lê dîroka şaristaniya Rojhilata Navîn a bêhempa ya ku gelek zanyar, bijîşk û şêx zayî ye ji bîr kirine. Lê rojava hema hat ew şaristanî talan kir û hemû pêşketin kir a xwe."

(şx)

ANHA