‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘

Şêniyên bajaroka Şerîka piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û gotin: "Bi saya şehîdan herêmên me hatine rizgarkirin em ji kesekî naxwazin ku me rizgara bikin."

‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
‘Bi fedekarî me herêmên xwe rizgar kirin, em ji kesekî naxwazin me rizgar bikin‘
29 kanûn, 2018   19:12

GIRÊ SPÎ

Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi armanca nirxandina rewşa siyasî û leşkerî civîneke berfireh ji şêniyên bajaroka Şerîka ya başûrrojhilatê navçeya Silûk a Girê Spî li dar xist.

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê Zeredeşt Fatimê, fermandara YPJ‘ê Newroz Reqa, Cîgirê Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa û bi dehan şêniyên bajaroka Şerîka beşdarî civînê bûn.

Civîn bi axaftina Zeredeşt Fatimê dest pê kir. Fatimê bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Em kêfxweş in ku em li hev kom bûne, ji ber ku em hêza xwe ji we digirin. Hûn pêşengên me ne."

Zeredeşt Fatimê rola QSD‘ê ya têkbirina terora herî xeternak di cîhanê de destnîşan kir û got: "Me li şûna tevahî cîhanê teror şikand."

Têkildarî biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeredeşt Fatimê got: "Amerîka derbasî Sûriyê bû da ku şerê terorê bike, armanca wê ya sereke û tekane ev bû. Lê biryara vekişandinê ne suprîz bû. Me jî cîhanê re hêza xwe îsbat kir. Hêza me xwe dispêra îradeya gelê me."

Fermandara YPJ‘ê Newroz Reqa jî axivî û bal kişand ser berxwedana jin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ev tişt got: "Jin hemû bendên paşverû ku li ser wan hatine ferzkirin şikandin û rola xwe wekî mamoste, siyasetmedar û fermandara leşkerî îsbat kir, qadên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahidê vê yekê ye."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa jî axivî û bal kişand li ser planên dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê û got, Tirkiyê dixwaze hevpeymana Milî xewna Osmanî vegerîne, bila serokê terorê cîhanê nas bike ku civaka navdewletî rê nadin ku ev xew li Rojhilata Navîn pêk were.

Bi navê şêniyên bajaroka Şeraka Cûma Remedan axivî û ev tişt got: "Êdî bes e ji kuştin û wêrankirinê ji aliyê komên çekdar ve. Pêwîstiya me bi kesekî tine ye ku me rizgar bikin. Bi saya ciwanên herêmê em rizgar bûne, em ê li ser şopa wan bin ta serketinê. Bila dewleta Tirk û çeteyên wê nas bike ku em li pişta QSD‘ê ne û dagirkiriya Tirkiyê qebûl nakin."

ANHA