Reşîd Umer: Hêzên me dikarin êrîşên dijîber bişkînin

Ji fermendarên YPG'ê Reşîd Umer teqez kir ku hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de YPG û YPJ'ê şerê terorê dikin û dikarin hemû êrîşên dijber bişkînin. Her wiha bang li gelê herêmê kir ku bi şerê derûnî ku hikumeta Tirk dimeşîne bandor nebin.

Reşîd Umer: Hêzên me dikarin êrîşên dijîber bişkînin
Reşîd Umer: Hêzên me dikarin êrîşên dijîber bişkînin
Reşîd Umer: Hêzên me dikarin êrîşên dijîber bişkînin
29 kanûn, 2018   17:29

HESEKÊ

Fermendariya Giştî ya YPG û YPJ'ê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê civînek li dar xist.

Civîn li stada Dirbesiyê ya ku bi alên YPG û YPJ'ê hatibû xemilandin li dar ket. Bi sedan şêniyên navçeyê û bi dehan şervanên YPG û YPJ'ê tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre fermendarê YPG'ê Reşîd Umer axivî. Di destpêka axaftina xwe de Reşîd behsa mercên destpêkê yên avakirina YPG û YPJ'ê û pêwsîtiya avakirina hêzê di destpêka aloziya Sûriyê de kir û got: "Ji destpêkê ve me bi xwe herêmên xwe parastin. Ji bo parastina şênî û herêmên xwe me bi dehan ciwan û jinên ciwan ên gelê Kurd destpê kir."

Reşîd destnîşan kir ku heta ku yekîneyê bû mezintirîn hêzan di nav QSD'ê de, rastî gelek astengiyan hatine û wiha domand: "Hêzên me asta cidiyet û çalakiyên xwe yên parastinê, her wiha rêxistinbûyîna xwe ji cîhanê re îsbat kir. Hêzên me îsbat kir ku dikare li hemberî rêxistinên herî xeternak ên terorîst  bisekine. Me bi fedekariya xwe cîhan neçar ku li hemberî bi rêzdarî be. Li ser wê esasê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ji bo tinekirina DAIŞ'ê li tevahiya Sûriyê bi yekîneyên me re koordîne kir."

Di berdewama axaftina xwe de Reşîd Umer geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn bi taybet piştî biryara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê destnîşan kir bandor ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li tevahiya Sûriyê kiriye û wiha domand: "Vekişandina Amerîka ji Sûriyê hemû hevsengî û komployên li dijî herêmê guhert û hemû hincetên dijminên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo êrîşkirinê bi dûr xist di serî de Tirkiyê, destgirê sereke yê terorê."

Umer tekez kir ku hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de YPG û YPJ'ê bi xwe şerê terorê dike, herêmên xwe diparêze û dê parastina herêmên xwe li hember hemî planan a herî dawîn gefên Tirkiyê li ser herêmê bidomîne.

Reşîd Umer bang li gel kir ku li hember timayên navdewletî  li berxwe bidin, li dora zarên xwe di nav YPG û YPJ'ê de kom bibin û ji şerê derûnî û taybet a ku dijmin li dijî gelê herêmê dimeşîne bi dûr bikevin.

Di dawiyê de Umer diyar kir ku hêzên wan ên leşkerî bi hemû aliyên ku dixwazin herêmê biparêzin re di nav têkîliyan de ne û ji bo gihaştina mekanîzmeya kar a hevbeş bi armanca bi dawîkirina gefên Tirkiyê li ser herêmê sîwana siyasî ya hêzên leşkerî MSD'ê bi hemû saziyên xwe ve bi hemû aliyên siyasî yên li Sûriyê çalak û bi hikumeta Sûriyê re di nav têkîliyan de ye.

Piştî bidawîbûna axaftina Reşîd Umer deriyê pirs û nîqaşan ji beşdaran hate vekirin.

Li ser bersiva pirsa beşdarekî Reşîd destnîşan kir ku ew wek YPG, YPJ û QSD'ê ji bo şikandina êrîşên Tirkiyê hemû amadekariyên xwe kirine û teqez kir ku ew bi xwe dikarin her êrîşekê bişkînin.

(şx)

ANHA