‘Divê rewşa tenduristî ya Ocalan bi raporeke fermî were eşkerekirin‘

Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya Efrînê bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake û rewşa tenduristî ya Ocalan eşkere bike.

‘Divê rewşa tenduristî ya Ocalan bi raporeke fermî were eşkerekirin‘
29 kanûn, 2018   17:04

EFRÎN

Ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan endamên Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya Efrînê li gundê Aqîbê  daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji hêla endama Komîteya Perewerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Xûbarî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gelê Kurd ji hezar salan ve bê rawestan li hember komployên dewletan  ber xwe dide û têkoşînê dik. Bi taybet li hember dewletên dixwazin nasnameya kurdan qir bikin. Lê gelê Kurd ji ber di salên dawî de xwe li ser  bingeh û prensîpên neteweya demokratîk  bi rêxistin kiriye, hemû hewldanan têk dibe.

Rastiyeke heye nayê veşartin, rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesayeteke leheng û rewşenbîr e. Zanist li nava hemû civakan belav kir, jiyaneke pêşketî, demokratîk bi firkr ava kir. Ji dozên Kurd û pirsgirêkên navxweyî re bû bersiv ta bidestxistina azadiyê û bilindkirina  ala azadiyê.

Ji ber vê yekê em rojbûna Rêber Ocalan weke rojbûna nepejirandina zulma dewletên dsethilatdar dibînin. Ocalan demokrasî û azadiya gelan esas digire, her wiha firkrê Rêber
Ocalan rê li ber afrandinan kesayeteke Kurd xwedî hêz û îrade vekir, têkoşer û şoreşgerên welatparêz ava kirin û rastiya demokrasî û aştiyê derxist, serkeftinên heyî şahîdê vê yekê ne.

Wekî Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê em komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan şermezar dikin û ji civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku dengê heqiyê bilind bikin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û mirovahiyê deynin.

Em Bêdengiya rêxistinên mirovî û navdewletî li ser rewşa Rêber Ocalan şermezar dikin û daxwaz dikin ku bila destur ji malbat û parêzerên wî re were dayîn da ku serdana wî bikin û rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan bi raporeke fermî were zelalkirin.

Em weke Kongreya Star teqez dikin û bi israr dê  li ser felsefeya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bimeşin û ji bo daxwazên xwe yên azadî, demokrasî, pêkanîna aştiyê û ewlehiya tevahî Cîhanê bê helwest nasekinin û em soza vê didin"

Daxuyanî bi siloganên azadiya Rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA