Desteya Sûriyê Erdogan xist lîsteya terorê

Desteya El-Sûrî ya “Fihêlkirina Pereyan û Fînasmanên Terorê” serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, 615 rayedarên Tirk û 105 kesên Ereb û biyanî xistin lîsteya terorê.

Desteya Sûriyê Erdogan xist lîsteya terorê
29 kanûn, 2018   12:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya El- Sûrî ya "Fihêlkirina Pereyan û Fînasmanên Terorê”, serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, nêzî 615 rayedarên Tirk û 105kesên Ereb û biyanî xistin lîsteya terorê. Di lîsteyê de kesayetên siyasî, leşkerî, olî, civakî, sermayedar, mamosteyên zanîngehan, kesayetên Ereb û biyanî hene.

Ajansa Spûtnîkê diyar kir ku di lîsteyê de navên serokê dewleta Tirk Erdogan, wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, dozgera bi navê Nûr El-Dîn Yildirim û El-Şêx Mûrad Paşa hene. Her wiha di lîsteyê de navên siyastmedarên Lubnanî Seaad El-Herîrî, Welîd Combilat, Semîr Caacaa, keseyatên Kuweytî û yên Siûdî jî hene.