Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan

Komîna Fîlman a Avrîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 5 belgefîlm li ser Berxwedana Serdemê nîşan dan.

Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
Li Helebê fîlmên berxwedanê hatin pêşandan
29 kanûn, 2018   12:47

HELEB

Komîna Fîlman a Avrîn belgefîlma bi navê ‘Du Derî’ piştî ku li kantonên Cizîr û Firatê nîşan dan, li bajarê Helebê jî dewam dike.

Bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo li taxa Şêxmeqsûd 5 rojan fîlm hatin pêşkêşkirin. Fîlm ji hêla hejmareke mezin a şêniyan ve hatin temaşekirin.

Belgefîlmên ku hatin nîşandan ev in: Xulîqû El-Emel, Zeytûn El-Ehmer, Wemde û Iyûn Musefire.

Hevserokê Komîna Fîlman a Avrîn Mihêdîn Arselen diyar kir ku piştî ku gelê Efrînê neçar ma ji welatê xwe derkeve, wan projeya çêkirina belgefîlman li ser Berxwedana Serdemê û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê sivîlan de bi rêya komkirina dîmenên berxwedana 58 rojan heta gihandina şêniyan li kantona Şehbayê, danîn ber xwe û dest bi çêkirina wê kirin.

Tê payîn ku piştî Helebê berê xwe bidin Şehbayê û li wir jî fîlm werin pêşandan.

ANHA