Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsa bi minasebeta sersalê diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyarî li zarokên şehîdan belav kirin
29 kanûn, 2018   12:07

GIRÊ SPÎ

Bi minasebeta sersalê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a navçeya Eyn Îsa şahiyek ji malbatên şehîdan re çêkir û diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê TCŞ`ê endama Komîteya Tenduristiyê di navenda ciwanan a navçeyê Nehle Hemo, bi navê Buroya Malbatên Şehîdan Sozan Ebûd û hevseroka meclisa navçeya Eyn Îsa Sewsen Himêdî axivîn.

Axaftvanan diyar kir ku ji bo azadî û rizgarkirina welat ji terora DAIŞ û dewleta Tirkiyê, şehîdan canê xwe feda kir û sala nû li malbatên şehîdan û gelê herêmê pîroz kir.

Paşê diyarî li malbat û zarokên şehîdan hatin belavkirin û paşê beşdaran govend gerand.

ANHA