DAIŞ'ê polîsekî Iraqê li Xaneqînê kuşt

Li navçeya Xaneqînê ya Diyale yê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî baregehekî ya polîsên federal ên Iraqê kirin. Di êrîşê de polîsek hate kuştin.

DAIŞ'ê polîsekî Iraqê li Xaneqînê kuşt
29 kanûn, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsên federal ên Iraqê hatine girtin, şevê din di saet 21.00'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nukteyek a polîsên li gundê Cerad a dikeve herêma Gile ya rojavayê Xaneqînê kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, nêzî nîv saetê şer û pevçûn di navbera çeteyên DAIŞ'ê û polîsan de rû daye. Di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û 3 wesayîtên sivîl ên polîsan jî hatine şewitandin.

Piştî êrîşê, Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina rewşê ji Celewla berbi herêmê ve bi rê ket.

Ev çend rojin li herêma Xaneqînê liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê zêde bûye. Hefteya borî jî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî baregehekî asayîşê kiribûn û di êrîşê de endamekî asayîşê hatibû kuştin.