Tirkyê li Sûriyê tengav bû, Îran jî di şerê li dijî Waşîngton Perlemana Îraqê bikar tîne

Ketina artêşa Sûriyê herêma Minbicê, Erdogan tengav kir, Erdogan nîşan dide ku dibe ew ji biryara Êrîşê vegere û rewşa heyî bipejirîne. Îran jî hewil dide prelemana Îraqî li dijî hebûna Amerîka ya leşkerî bikar bîne.

Tirkyê li Sûriyê tengav bû, Îran jî di şerê li dijî Waşîngton Perlemana Îraqê bikar tîne
29 kanûn, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yê îro behsa rewşa Minbicê û hatina artêşa Sûriyê bo minbicê kirin her wiha mijara avakirina hikûmeta Libnanê û serdana Tarump a Îraqê, aloziya Yemenê û protestoyên Sûdanê jî di rojevê de bûn.

Elhayat: artêşa Sûriyê ji bo alîkariya Kurdan û li dijî gefên Tirkiyên li Minbicê ye

Di mijara Sûriyê de rojnameya Elheyat nivîsî ``duh artêşa Sûriyê kete herêma minbicê, li bakurê welêt, ya di dibin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de ye, , li ser vexwendina Kurdan li dijî gefên Tirkiyê, di vê navberê de geşedanên diplomasî yên li alyê Sûriyê pêk hatin.

Artêşa Sûriyê duh bi daxuyaniyekê ku li ser ragihandina fermî hate weşandin got ``li ser banga xelkên herêma Minbicê, fermandariya artêşê radighîne ku yekîneyên artêşa Erebî ya Sûrî ketine Minbicê û ala komara Sûriyê ya Erebî hildane``.

Serokê rêxistina Sûriyê ya mafê Mirovan Ramî Ebdilrehman ji ajansa Frans press re diyar kir ku ``nêzî 300 şervanên artêşa rejîmê û hêzên alîgirê wê gihiştine xeta bi navbera hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Tirkiyê û hevalbendên wê``.

Elşerq Elewsat: planên Tirkiyê li dîwarên artêşa Sûriyê ketin

Elşerq Elewsat di vê derbarê de nivîsî ``duh planên  Tirkyê rastî ketina artêşa Sûriyê ya Minbicê hatin. Dihate payin ku hin komên cedar yên girêdayî Tirkiyê têkevin Minbicê, da ku Tirkyê ketina xwe ya rojhilatê Feratê fereh bike li dijî yekîneyên Kurdan ku Enqere wan weke terotîst binav dike``.

Tirkyê pala xwe dide helwesta Rûsiyê ya ku duh razîbûna xwe derbarê tevgera artêşa Sûriyê a ber bi minbicê ve anî ziman. Niha hemû awir diçin ber bi hevdîtinên wezîrên karên derve û parastinê yên herdû welatan``.

Elereb: bealvbûna artêşa Sûriyê li Minbicê hesabên Tirkyê tengav kirin

Di heman mijarê de rojnameya Elereb nivîsî ``ketina artêşa Sûriyê di Minbicê de, ku bi bin serweriya komên Kurdî yên Sûriyê de ye, hesabên serokê Tirkiyê Receb Tayin Erdogan tengav kirin, ku wî her behsa ketina bajarê Minbicê dikir, bi taybet piştî biryara Amerîka ya vekişîna ji sûriyê. lê Erdogan nîşan da ku dibe ew ji biryara Êrîşê veger û piştgiriya yekbûna Sûriyê bike, ev jî tê wateya ku rewşa heyî bipejirîne, bi taybet piştî ku Rûsiyayê jî razîbûna xwe nîşan da.

Elhayat li ser zimanê Biebda: em gihiştin pêvajoya axftinên dawiyê, nêrînên nû hene jibo çareserkirina pirsgirêga hikûmetê

Li ser rewşa Libnanê rojnameya Elhayat nivîsî ``hevdîtin gihitin pêvajoya nû ji bo nêrînên cuda yên çareseriyê derkevin, dîsa hevdîtin di astên bilind de pêş ketin ji bo pêşxistina insyatîfa serokatiyê, tê payin ku hevdîtin di navbera aliyan de di destpêka salê de nû bibin.

Di vê mijarê de çavkaniyeke nêzî qesra Biebda ji Elhayat re got ku liv û tevgera ji bo avakirina hikûmeta Libnanê dewam dike, hevdîtin dewam dikin, insyatîva serokê komarê Mîşêl On dibe ku giran pêş dikeve, lê dewam dike. Çavkaniyan dane zanîn ku pêvajo gihiştiye axaftina dawî, ji ber ku her tişt êdî diyar bû``.

Elereb: Tehran şerê xwe yê li dijî waşingtonê dibe perlemana Îraqê

Di mijara Îranê de rojnameya Elereb nivîsî ``Îran hewil dide tevliheviya diplomasî û protokolê ku di encama serdana serokê Amerîkayê Donald Trump a bareghên leşkerî yên Îraqê de, pêk hatiye, ji xwe re bikar bîne, lewma dike ku di hewildanên ferehkirina desthiladarya xwe de eniyeke nû li dijî Amerîka veke, vê carê di mijara zagonê de û bi desteka perlemana Îraqê û alîkariya hevalbelndê xwe yên siyasî. Îran hewil dide li meclisê zagonek derkeve ku hikûmeta Îraqê mecbûr bike hebûna Amerîka li ser axa Îraqê bi dawî bike.``

Rojnameyê wiha dewam kir ``her çiqas dibe ku armancên Îranê mezin in, ku dixwaze di mijara hebûna leşkerî ya li Îraqê de Waşingtonê têk bibe û rêyên di navbera Sûriyê Îraq û Libnanê têxe bin desthilatdariya xwe, lê ev hewildan mîna xewnekê xuyan dike, ji ber ku hikûmeta Îraqê ya nû gelek aloziyên siyasî, abûrî û ewlehiyê dijî, dê nikaribe li dijî Amerîkayê eniyekê veke``.

Elhayat: Trump gefa girtina sînor dide, dijberên wî jî dibêjin hikûmet ``rehîne`` ye

Di derbarê rewşa Amerîkayê de rojnameya Elhayat nivîsî ``serokê Amerîka Donald Trum gefan dide ku sînorên di navbera Amerîka û Meksîkê bigire, eger kongres daxwaza wî ya avakirina dîwarê li ser sînor nepejirîne. Lê partiya Demokrat wî weke ku `hikûmet kiriye rehîne` tewanbar dike, bi taybet piştî ku hin rêveberiyê Federal hatin girtin``.

Ronameyê dîsa nivîsî ``Trump li ser Twitterê nivîsye ``emê neçar bibin ku sînor bigirin, demokratan pereyên girîng ji avakirina dîwar nedan, her wiha zagonên koçberiyê neguhertin``. Roja pêncşemê hevdîtinên di navbera Demokratan û komariyan, diderbarê butçeyê de biser neket. Ji ber ku Trum ji bo avakirina dîwarê sînor di anvbera Amerîka û Meksîkê de 5.7 bilylon dolar xwest. Sîntorê demokra Dek Dorbin got ``Truma bi sedema daxwaza xwe ya bê wate, ya xwestina pereyê avakirina dîwarê sînor `hikûmeta me rehîn kiriye` ev dê mesrefeke bê sûd be``.

Elhayat: li Yemenê Hikûmet û hûsiya ji bo vekirina rêya (kilo 16) lihev kirin.

Di mijara Yemenê de rojnameya Elhayat nivîsî ``hikûmeta Yemenê û milîsên Hûsiyan lihev kirin ku rêya rojhilat ku paytext Senayê û Hudeydayê bi hevdû ve girê dide ku weke rêya (kilo 16) tê nas kirin, roja şemiyê vekin. Ev lihevhatin di çarçoveya hewildanên navdewletî yên bidawî kirina sloziya Yemenê de pêk hatin``

Elşerq Elewset: Sûdan.. gaz û bombeyên deg û girtin

Di derbarê protestoyên li Sûdanê rojnameya Elşerq Elewset nivîsî ``duh li hin bajarê Sûdanê bi navê (îna şehîd) xwepêşandanên bi daxwaza guherînê pêk hatin, hêzên ewlehiyê yên Sûdan xwepêşandan belav kirin. Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşandêran li kolanênê Xertûm`ê gaz û bombeyên deng bikar anîn,  hinek ronamevan û çalakvan jî girtin, her wiha derengî şevê bi ser navenda partiya Baas a Erebî ya Sosyalît de girtin û hinek rêveberên opozisyonê girtin.

Serokê kongreya netewyî ya desthilatdar Fêsel Hesen Ibrahîm îro xwest ji hikûmetê xwest ku pêdiviyên jiyanê peyda bike û ji hêzên siyasî jî xwest hewildanên aramiyê pêş bixin û eniya hundirîn bikin yek``.