Pêkhateyên Helebê: Li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagirkirin, rewş aloz e

Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Heleb gefên dewleta Tirk şermezar kirin û îdiayên Erdogan ku dibêje ew ê "Kurd û Ereban rizgar bike" derewandin. Her wiha teqez kirin ku li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rewş tevlihev e û Efrîn mînaka vê yekê ye.

Pêkhateyên Helebê: Li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagirkirin, rewş aloz e
29 kanûn, 2018   08:55

ROZANA DADO / HELEB

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dabû xuyakirin ku armanca operasyona wan a leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rizgarkirin û parastina Kurd û Ereban e.

Têkildarî van daxuyaniyan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Rewşa heyî derewên Erdogan eşkere dike

Şêx Elî Hesen ji pêkhateyê Ereb e û anî ziman ku daxuyaniyên Erdogan ên operasyona leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û îdiayên wî yên parastina Ereb û Kurdan ji terorê, ji rastiyê dûr in û got bûyerên li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, vê yekê diyar dikin.

Şêx Hesen amaje bi kiryarên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê kir û wiha got: "Kiryarên çeteyên Erdogan li Efrînê îdiayên derew ên Erdogan û nakokiyên di navbera daxuyanî û kiryarên wî yên li ser erdê eşkere dikin. Dagirkeriya Tirkiyê ji bilî kuştin, wêrankirin û koçberkirinê tiştekî baş nake, xweza jî ji kiryarên wan nefilitî. Ma rizgarkirina ku Erdogan behsa wê dike ev e?"

Şêx Hesen destnîşan kir ku armanca Erdogan a derbasbûna xaka Sûriyê planên xwe yên parçekirina xaka Sûriyeyê ye û ev tişt got: "Lê bila nas bike ku gelê Bakurê Sûriyê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe bira ne. Divê Erdogan dev ji van kiryarên xwe berde û bi navê olê xaka Sûriyê parçe neke."

Tirkiye hewl dide siyasetên asîmîlekirinê li herêmê pêk bîne

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Meqbûla Nebo ya ji pêkhateyê Êzidî wiha axivî: "Dema Erdogan êrîşî Efrînê kir, bi sedan sivîl şehîd xistin. Armanca wî planên xwe li herêmê bidomîne û siyasetên asîmîlekirinê mîna li Cerablus û Babê pêk bînin."

Meqbûla destnîşan kir ku hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şêniyên herêmê ne, mil bi mil xaka herêmê ji rêxistinên tundraw û dagirkeran diparêzin.

Ji pêkhateyê Tirkmen Meyasa Tecê destnîşan kir ku Erdogan bi gefên xwe hewl dide firehiyeke mezin ji xaka Sûriyeyê dagir bike û wiha got: "Erdogan dibêje ew şerê terorê dike û dixwaze gelan rizgar bike, lê pirsa derdikeve ew e ku gelan ji kê rizgar bike?"

Meyasa axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em siyasetên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê ku bi navê olê pêk tîne, şermezar dikin."

ANHA