Şervana YPJ‘ê: Çete li hember derbeyên me têk diçin

Şervana YPJ‘ê Ekîn Rojava ku beşdarî pêngava rizgarkirina Hecînê bûye, diyar kir ku pêşdeçûna wan berdewam e û çeteyên DAIŞ‘ê li hember derbeyên wan têk diçin.

Şervana YPJ‘ê: Çete li hember derbeyên me têk diçin
29 kanûn, 2018   07:19

DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarokê Hecînê ku xaka dawîn e di destê çeteyên DAIŞ‘ê de, bi pêş de diçin. Şervanên YPJ‘ê bi hêz beşdarî pêngavê bûne û êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê dişikînin.

Êrîşa dawîn a çeteyên DAIŞ‘ê ya li Hecînê, ji aliyê şervanên YPJ‘ê ve hate şikandin.

Şervana YPJ‘ê Ekîn Rojava cihê xwe di pêngava rizgarkirina bajarokê Hecînê de digire û dibêje pêşdeçûna wan berdewam e û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ‘ê didin û wiha anî ziman: "Çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên sivik û navîn êrîş kirin. Me bi çekên giran bersiva êrîşên wan da û neçar kirin ku paşde vekişin. Çeteyan, piştî vekişiyan, cenazeyên kuştiyên xwe li pey xwe hiştin."

Ekîn wiha pê de çû: "Her kes dizane ku hêza kuştiyên xwe li pey xwe bihêle, ew hêz binketî ye. Bi rastî DAIŞ li hember derbeyên me têk diçe.”

Şervana YPJ‘ê Ekîn Rojava di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ne tenê Hecînê, lê belê li her devereke dagirkirî em amade ne berxwedanê bikin."

ANHA