HRRK’ê kongreya xwe ya 6`emîn li dar xist

Bi dirûşmeya “Efrîn... nasnameya xwînê, ezmûna jiyanê” Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) kongreya xwe ya 6`emîn li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

HRRK’ê kongreya xwe ya 6`emîn li dar xist
HRRK’ê kongreya xwe ya 6`emîn li dar xist
HRRK’ê kongreya xwe ya 6`emîn li dar xist
HRRK’ê kongreya xwe ya 6`emîn li dar xist
28 kanûn, 2018   11:52

QASMIŞLO

Di kongreya 6`emîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de 70 şêwirmendên HRRK`ê, endamên Yekitiyê ji Almanya, Îrlanda û Belçîkayê, endamên desteyan, yekitiyan û rêxistinên çandî, kesayetên siyasî yên Kurd, nûnerên Zanîngeha Rojava, Yekitiya Ragihandina Azad û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê amade bûn.

Komîteya amadekar a kongreyê li ser hilbijartina dirûşmeya kongreyê diyar kir ku Efrîn hêvî û xeyalên her kesî ye, ji bo wê dê Efrîn bibe aliyekî sereke di kar û xebatên wan de.

Çalakiyên kongreya 6`emîn a HRRK`ê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînevîzyonek li ser kar û xebat û çalakiyên sala 2018`an ên saziyê hate pêşandan û serokê HRRK’ê Ehmed Huseynî bixêrhatina beşdaran kir.

Huseynî bang li rewşenbîran kir ku dûrî berjewendiyên xwe yên kesayetî bikevin û wiha got: “Êşên me pir in, trajediyeke mezin li pey me heye, divê di vê merheleyê de bi hev re kar bikin ku parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatin, bikin.”

Paşê serokê şaxê Ewropayê yê HRRK’ê Hisên Omer axivî û wiha got: “Divê karekî cidî bê kirin ku li pêşiya gefên Tirkiyê bisekinin. Divê her kes di vê merheleya çarenûsî de bi erka xwe rabe, ji ber ku di vê merheleyê de rola mezin dikeve ser milê rewşenbîran.”

Omer hêvî kir ku di dawiya kongreyê de hin biryar bên dayîn ku bi rêya wê bi hemû rewşenbîran re bikevin hevkariyê û di yek saziyê de refên xwe bikin yek.

Piştî xwendina pîrozbahiyên lidarxistina kongreyê, çalakiyên kongreyê li dezgehên çapemeniyê hat girtin. Tê payîn ku sîstema hundirîn a yekitiyê bê nîqaşkirin û plana sala nû bê danîn.

(jo)

ANHA