Hêzên Ewlehiya Hindirîn, ser nuqteyek çetan de girtin

Hêzên Ewlehiya Hindirîn a Dêrezorê piştî ku baregehên çeteyên DAIŞ’ê tespît kirin, bi ser nuqteya çeteyan a li gundê Zîbanê û gundewarên Dêrezorê girtin.

Hêzên Ewlehiya Hindirîn, ser nuqteyek çetan de girtin
28 kanûn, 2018   12:05

DÊRAZOR

Hêzên Ewlehiya Hindirîn a Dêrezorê piştî ku baregehên çeteyên DAIŞ’ê tespît kirin, bi ser nuqteya çeteyan a li gundê Zîbanê û gundewarên Dêrezorê de girtin. Çeteyan ev navend weke baregehên cebilxaneyê û navendên êrîşên li dijî sivîlan bi kartanîn.

Piştî ku Hêzên Ewlehiya Hindirîn bi dehan mayîn rakirin avêtin ser nuqteya çeteyan a li gundê Zîban ê Dêrezorê. Çeteyan ew nuqte weke baregehên cebilxane û navendên êrîşên li dijî sivîlan bi kartanîn.

Berpirsê buroya ragihandina Hêzên Ewlehiya Hindirîn ê Dêrazorê Mazlum ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku wan hejmareke ji çeteyan girtin, gelek çek û cebilxane bi destxist. Çekên ku hatine bidestxistin evin; "4 roketên RPG û 3 guleyên wê, 4 kelaşinkov û 14 jarjorên wê, 4 demançe, 2 bombe, çifteyek nêçîrê, 850 guleyên ji hemû cûrên çekan, 3 alavên bê têl û hinek kel û pêlên leşkerî".

Mezlum destnîşan kir ku wan çeteyên hatine girtin radestî aliyên peywendîdar kirin.

(bx)

ANHA