Pirsgirêkên ku li jinan rast tên hatin nirxandin

Komîteya Jin a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên jin lê rast tên civînek li dar xist.

Pirsgirêkên ku li jinan rast tên hatin nirxandin
27 kanûn, 2018   17:58

REQA

Jinên bajarê Reqa û gundwarê wê di dema DAIŞ'ê de gelek êş û zehmetî kişandin û ji azadiya xwe bêpar man. Ji ber wê û ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û astengiyên ku rastî jinan tên Komîteya Jin civînek ji jinên ku di saziyên sivîl de dixebitin lidar xist.

Civîn li hola El-Tac a bajarê Reqa hate lidarxistin. Endamên Buroya Jin a şaredariyên gel, Komîteya Çand, Buroya Jin a Perwerde û Fêrkirinê, Komîteya Çandinî û Tenduristiyê, Buroya Karûbarên Olî, Komîteya Desteka Derûnî û Weqfa Aye tev li civînê bûn.

Di destpêka civînê de endama rêveber a Buroya Jin Feyrûz Xelîl axivî û destnîşan kir ku armanc ji civînê ew e ku projeyek xizmetguzariyê bingehîn taybet bo jinê were avakirin, da ku jin xwe pêş bixe.

Endama Dîwana Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê Wefaa El-Xerbî diyar kir ku divê rola jinê di civakê de bêtir were aktîvkirin û ji girîngtirîn projeyê ku divê di ber çavan re were girtin, hemleyên perwerdekirina jinan û li darxisrtina panelên fikrî ye.

Ji aliyê xwe ve endama Buroya Jin Zehra El-Mirî destnîşan kir ku ji ber mercên dijwar ku jin ji destpêka şer ve dijî, divê çareserî û pêşniyarên ku jin di pêvajoya bê de jê sûd bigire werin danîn. Her wiha diyar kir ku divê bi jinên ji hevjînên xwe hatine veqetandin, astengdar û jinebî yên ku bûne qurbana terorê eleqadriyek baş were nîşandan û pirsgirêkên wan were çareserkirin.

Girêdayî heman mijarê endama Buroya Astengdaran Emîra El-Hesen teqez kir ku ji ber zihniyeta tarî û mêrdestiyê hîna jî hindek jinên herêmê azaran dikşînin. Emîra hêvî kir ku pirsgirêka van jinan çareser bikin.

Di dawiya civînê de hemû pirsgirêk, pêşniyar û nêrîn hatine komkirin da ku werin nirxandin û li gorî derfetan projeyên çareserkirinê werin pêkanîn.

(şx)

ANHA