Meclisa Leşkerî ya Suryan banga parastina pêkhateyan li Koalîsyona Navdewletî dike

Meclisa Leşkerî ya Suryan bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku ewlehiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze.

Meclisa Leşkerî ya Suryan banga parastina pêkhateyan li Koalîsyona Navdewletî dike
27 kanûn, 2018   19:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan daxuyaniyek ji raya giştî re da û bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze.

Daxuyanî wiha ye:

"Meclisa Leşkerî ya Suryan li Sûriyê bang li hevalbendên me yên Koalîsyona Navdewletî dike ku beşdarî ewlehî û parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.

Xeteriya çeteyên DAIŞ‘ê û El-Qaîde ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin hîna bi dawî nebûye, li benda derfet an jî destûrekê ne ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin da ku hemû kesên ku wan bi "Gawir" bi nav dikin qetil bikin, yanî Xiristiyan, Êzidî, Kurd û hemû pêkhateyên din.

Ji sala 2013‘an ve Meclisa Leşkerî ya Suryan ji bo parastina xiristiyanên Hesekê ji hêzên tundraw bi çalakî şer kir. Me bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞ‘ê şer kir û me gelek şehîd dan.

Erka me ye bi birayên me yên Kurd û Ereb re bisekinin û li hev re li hemberî terorê şer bikin.

Beşdarbûna me ya nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk şirîkatî û koordîneya di navbera Ereb, Kurd û xiristiyanên Suryan de li herêmê bi hêz kir. Em rêzê li hember nasnameya her komekê bêyî cudahiya olî û mezhebî digirin.

Em spasiya Dewletên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî ku destek dane şerê li dijî DAIŞ‘ê dikin û wekî Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî, Ermen û Tirkmen bi hêvî ne ku ji nişkê ve dev ji me bernedin beriya ku em ewlehî û parastina xwe mîsoger bikin.

Encamên êrîşên li ser Efrînê hişt ku em bibînin çi bi me were kirin. Dêr wê werin rûxandin. Xiristiyan û Êzidî ku çete wan wekî gawiran bi nav dikin wê bêne qetilkirin û serjêkirin.

Tirkiyê gefa kuştina leşkerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hevalbendên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê dixwe, jinên hemû pêkhateyan wê bêne tecawizkirin û kolekirin. Dest ji me bernedin li qadên şer û nehêlin gelê bi destê dewleta Tirk were qetilkirin.

Derdora  sedhezar xiristyanên Suryan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Heger dewletên yekbûyî biçin dê xeteriyeke li ser hebûna xiristyanên herêmê hebe. Me cejn mîladê bi azadî pîroz kir. Lê heger Tirkiyê êrîş bike dê dêrên me werin rûxandin û gelê me werin qetilkirin.

Rexmî hêza Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê em nikarin xwe ji derbeyên hawayî yên Tirkiyê biparêzin, hewcedariya me bi hebûn û desteka Koalîsyona Navdewletî û dewletên endamên Yekitiya Ewropayê de û Neteweyên Yekbûyî heye. Divê me ji şer û komkujiyên dewleta Tirk mîna li Efrînê dûr bixin. Di dawiyê de em ê DAIŞ‘ê li herêmên xwe tine bikin.

Em bang li Koalîsyona Navdewletî û NATO‘yê dikin ku planên dewleta Tirk û dewletên biyanî li herêmê ku dixwazin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi ewle bibin, red bikin.

Hêzên me li eniyên pêş li kêleka Hêzên Koalîsyona Navdewletî mîna Fransa û Birîtanyayê şer dikin. Em ê karibin sînorekî ji faşîzmaya dîktator deynin.

Nabe hûn bi hezaran koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terik bikin. Gelê me ku ji bo demokrazî û wekhev li hemberî dîkatoriyê sekinîn bernedin.

Şehîdên me deyndarê me ne. Şehîdên me ji bo parastina ol, çanda gelê Sûriyê canê xwe feda kirin.

Dem hatiye ku welatên xiristiyan ên rojavayê û dêrên xiristiyan ên tevahî cîhanî gelê me yê xiristiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze da ku nebin qurbaniyên şerên hovane û dîktaroiya faşîzm a tundraw."