Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin

Şêxên êlên herêma El-Tirwaziyê ya girêdayî Kantona Girê Spî piştgiriya xwe bi QSD'ê re anîn ziman û gotin ew ê li hemberî êrîşên muhtemel bisekinin.

Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin
Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin
Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin
Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin
Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin
Şêx û rûspiyên El-Tirwaziyê: Eger êrîşek pêk were em ê li hemberê bisekinin
27 kanûn, 2018   17:36

GIRÊ SPÎ

Buroya Têkîliyên Giştî ya QSD'ê bi armanca nîqaşkirina geşedanên siyasî û leşkerî yên qada Sûriyê û herêmê bi rûspî û şêx herêma El-Tirwaziyê ya girêdayî Girê Spî ya Herêma Firatê re civiyan.

Ji fermendarên QSD'ê Kanî Kobanê û Birosêl Minbic, endamê rêveber ê Têkîliyên Giştî ya hêzê Hemed El-Şihazê, şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêmê tev li civînê bûn.

Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî hatin şîrovekirin û bal hate kişandin ser gefên Tirkiyê li dijî herêmê.

Ji aliyê xwe ve şêx êlên Ereb di axaftinên xwe de qala hevgirtina gelên herêmê ji bo tunekirina terorê kirin û diyar kirin ku bi saya fedekariyên gel, herêm hate parastin.

Şêx û rûspiyên herêmê desteka xwe bi QSD'ê re teqez kirin û gotin eger êrîşek li ser herêmê pêk hat ew ê li hemberê bisekinin û nehêlin Osmanî carek din herêmê dagir bike.

(şx)

ANHA