Li Hecînê tûnelên çeteyan hatin dîtin

Şervanên QSD‘ê li gundê Ebû Xatir ê Hecînê tûnelên çeteyên DAIŞ‘ê dîtin. Li aliyekî din alavên elktronîk û maşîneyên kolandinê desteser kirin.

Li Hecînê tûnelên çeteyan hatin dîtin
Li Hecînê tûnelên çeteyan hatin dîtin
Li Hecînê tûnelên çeteyan hatin dîtin
Li Hecînê tûnelên çeteyan hatin dîtin
Li Hecînê tûnelên çeteyan hatin dîtin
27 kanûn, 2018   16:27

DÊRAZOR

Pêngava Bagera  Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê ber bi Hecînê ve didome.

Şervanên QSD‘ê di xebatên lêgerînê de li gundê Ebû Xatir ê Hecînê tûnelên çeteyan dîtin. Şervanan di tûnelan de maşîneyên kolandinê dîtin. Ev yek diyar dike ku tunel nû hatin kolandin.

Li aliyekî din şervanan dest danîn ser alav û maşîneyên elktronîk wekî "laptop û telefonên betel" .

ANHA