‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘

Çalakiya konvedanê ya li Serêkaniyê didome. Rûspiyên Kurd û Ereb di çalakiyê de axivîn û gotin, ew ê di yek qendekê de li ber xwe bibin û li hemberî gefan bisekinin.

‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
‘Em ê di yek xendeqê de li dijî êrîşan bisekinin‘
27 kanûn, 2018   16:12

HESEKÊ

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên Serêkaniyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatiye di roja 9‘an de didome.

Şandeyek ji Yekitiya Oldarên Musliman, îmamên mizgeftan û dêran, rûspiyên Kurd û Ereb ên kantona Qamişlo û Hesekê bi dehan şêniyên kantona Hesekê beşdarî çalakiyê bûn.

Di bin kon de axaftin hatin kirin. Bi navê Qebîleya Begara Xelef El-Nehar, Şêxê Qebîleya Idwan Mihemed El-Hilû, Berdevkê Yekitiya Oldarên Musliman li Rojava Şêx Mihemed Qadirî, bi navê pêkhateyê Kurd ê navçeya Til Temirê Siûd Hac Mûsa, Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso, Hevserokê Navçeya Xerbî ya kantona Hesekê Mihemed Eşref, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Rojava ya kantona Hesekê Celîla Mele Elî û bi navê navçeya başûr a kantona Hesekê Mehmûd El-Ferec axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku Erdogan dibêje"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzeke terorîst heye herêm parçe kiriye. Lê van îdiayan dike hincet da ku êrîşî li ser herêmê pêk bîne û serdema impratoriya Osmanî zindî bike. Em jî dibêjin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçebûn tine ye, lê sîstemeke demokratîk heye, hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Asur û Suryan tê de cih digirin. Gelê Bakurê Sûriyeyê li şûna cîhanê şerê terorê kirin û herêm rizgar kirine."

Her wiha hate gotin ku Erdogan wê nikaribe komkujiyên û qetilamên li ser gelê herêmê dûbare bike û wiha hate diyarkirin: "Gelê herêmê hevgirtina xwe xurt kirine. Em dibêjin ku em gefên Erdogan bi tu awayî qebûl nakin. Em ji bo Neteweyên Yekbûyî ya lewaz re peyamekê dişînin ku erka girtine ser xwe pêk bînin û sînorekî ji gefên Erdogan re deynin."

Kesên axivîne her wiha got: "Wekî gelê herêmê em aştî û azadiyê dixwazin, em şer naxwazin, lê dema êrîş li hemberî me were kirin em ê di yek xendeqî de li ber xwe bibin û parastina xwe bikin."

ANHA