Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrazorê û bajarokê El-Bisêra cenazeyê 4 şervanên QSD‘ê bi merasîmekê li Goristana Hanî El-Hesen spartin axê. Meclîsa Malbata Şehîdan şehadeta 3 şervanên din ragihandin.

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdan spartin axê
27 kanûn, 2018   16:49

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajaroka El-Bisêra û gundên derdora wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mahir El-Kedro (Ehmed), Hemza Mihêsin (Ebas) û Himêdî El-Xidir (Qeswa) û Umer El-Umer (Celal) ku 24‘ê Kanûnê di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêveberê meclisê Xeldûn El-Xalid û bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk endamê Meclisê Necim Umer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin.

Necim Umer axivî û got "Şehîdan rêya gelan ronî  kiriye û em  ê ser şopa wan bimeşin heya jiyaneke azad bi dest dixin"

Her wiha Xeldûn El-Xalid soza  berxwedan û têkoşînê heya tinekirina terorê da.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 3 şehîdan eşkere kir, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulkerîm El-Ebûd (Xalid Kişkiyê) û şervanên QSD‘ê Subhî El-Elî (Fecir) ku 18‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Ebd ku 3‘yê kanûnê de dema karê xwe pêk di anîn şehîd bibû eşkere kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal wesîqeyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Girseya gel cenazeyê herçar şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA