Çerxereya “Şehîd Bêrîtan" hat vekirin

Şaredariya gel a rojhilatê kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, çerxerêyek li navçeya El-Xişman bi navê "Şehîd Bêrîtan" a ku bûye sembolek ji sembola jina azad, hat vekirin.

Çerxereya “Şehîd Bêrîtan" hat vekirin
Çerxereya “Şehîd Bêrîtan" hat vekirin
Çerxereya “Şehîd Bêrîtan" hat vekirin
27 kanûn, 2018   14:17

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê li ber çerxereya ku ji aliyê Şaredariya El-Şerqiyê ve hat sererastkirin û ji nûve vekirin.

Çerxerêya navçeya El-Xişman rastî gelek hilweşandin û xerabiyan hatibû, vê yekê hişt ku ji aliyê gel ve bibe cihê rexneyê.

 Rêya ku derdora çerxeteyê dizivirî, yek ji rêyên sereke ya Hesekê ye.

Di merasimê de endama rêveberiya komîteya şaredarî û ekolojîyê ya şaredariya Hesekê, Raziya Birahîm axivî. Raziya got ku vekirina vê çerxereyê ji bo bedewbûna herêmê gaveke giringe. Raziya bal kişand ser binavkirina çerxereyê û wiha axivî: “Ji ber ku Şehîd Bêrîtan bi berxwedana xwe ji gelê Kurd, Rojhilata Navîn û hemû jinan re bû nimûne me navê wê li vê çerxereyê kir.”

Piştre dayîkên şehîdan rîbana vekirina çerxereyê qusandin û perde ji ser wêneyê Şehîd Bêrîtan hat rakirin.

ANHA